Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin 2022-06-23 09:01:28   AMED - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç ku tevî 15 hevpîşeyên xwe hat girtin, tevî hemû çewisandin, girtin û îşkenceyan jî dest ji rojnamevaniyê berneda.    Di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.    Ji rojnamevanên hatin girtin yek jê jî edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç e. Orûç tevî hemû çewisandin, girtin û îşkenceyan jî dest ji rojnamevaniyê berneda.   Orûç ewilî gava di 2010-2011'an de xwendekarê Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê bû hat binçavkirin. Orûç ji ber tevli çalakiyan bûbû hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin û piştî 17 mehan hatibû berdan. Orûç piştî hat berdan bi demekê bi îdiaya "çend ne endamê rêxistinê be jî lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Lê Dadgeha Bilind cezayê li Orûç hatibû birîn xera kir û dadgeha herêmî jî biryara beraetê dayê.   LI DÎHA'YÊ DEST BI ROJNAMEVANIYÊ KIR   Orûç di sala 2013'an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kir. Orûç gava nûçegihaniya polîtîkayê dikir di 28'ê îlona 2015'an de tevî 15 hevpîşeyên xwe bi hinceta "gumanbarê maqûl" hat binçavkirin û piştî îfadeyê hat berdan. Paşê piştî demekê Orûç cardin hat binçavkirin. Lê dîsa jî dest ji rojnamevaniyê berneda. Lê gava DÎHA bi biryarnameya di hikmê qanûnê de hat girtin demekê betal ma û paşê di Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê (dihaber) de xebitî. Orûç di 14'ê Tebaxa 2017'an de gava ber bi cihê kar ve diçû polîsan pêşiya wî birî û ew binçav kirin û paşê ew berdan.    LI SÎNOR BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HAT HIŞTIN   Orûç ku ji ber doza derbarê wî de ji bêgavî çû Herêma Kurdistana Federe, nêzî 3 salan li wir ma û bênavber karê xwe kir. Orûç di 10'ê Kanûna 2019'an de ji bo biçe Ewropayê xwes di ser Îranê re derbasî Ermenîstanê bibe. Lê belê Ermenîstanê destûra wî neda û ew radestî Îranê kir. Orûç di ser têlên sînor re ber bi wî aliyê sînor ve hat avêtin û bi mirinê re rû bi rû hat hiştin. Orûç bi derfetên xwe ji wir heya navçeya Bazidê ya Agiriyê hat û li Bazidê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Orûç 11 mehan di Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê de ma. Doza Orûç hê jî didome.    PAŞ DE GAV NEAVÊT   Orûç piştî hat berdan got "niha jî dem dema em bibin dengê yên li hundir" û cardin vegeriya ser karê xwe. Di sala 2020'an de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û mehek ceza li Orûç hat birîn. Lê dîsa jî Orûç li hember van zextan paş de gav neavêt û îze danî binî gelek nûçeyan.   Rojnamevan Meltem Oktay behsa hevpîşeyê xwe Orûç kir.    'HER TIM DI HEDEFÊ DE BÛ'   Oktay ku got "Azîz li hemberî binçavkirin û girtinan hîn bêtir dinivîsand" bi lêv kir ku Orûç di demeke kurt de tecrûbeyên rojnamevaniyê girtine û wiha pê de çû: "Azîz li qadê bi pirsên xwe nîşan dide ku bê çi qasî serwext e di mijarê de. Di demeke kurt de li Amed û navçeyên wê û bajarênd erdorê îmze danî binî gelek nûçeyên girtîn. Lewma tim di hedefa dewletê de bû. Xwestin wî bitepisînin."    Oktay ragihand ku rojnamevan Orûç jî nesîbê xwe ji zextên li ser çapemeniya azad ên di navbera 2015-2016'an de girtiye û wiha got: "Di vê demê de bi KHK'yan deriyê DÎHA'yê û gelek saziyên çapemeniyê hatin mohrkirin. Çapemenî hat astengkirin. Lê çapemeniya azad dîsa jî nivîsand. Azîz jî li hemberî van binçavkirin û girtinan nivîsand û dê her tim binivîse."    ‘DÊ BÊDE’   Oktay, bi lêv kir ku ev zextên li ser çapemeniya azad ne nû ne û got: "Heya niha gelek tişt hatine serê çapemeniya azad. Rojname hatin bombekirin. Rojnamevan bi cinayetên kiryar nediyar hatin qetilkirin. Malper hatin astengkirin. Rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Lê çapemeniya azad tu carî bêdeng nema û dê nemîne jî. Dê her tim binivîse. Dizanin bê çi qas mafdar in. Di çapemeniya azad de yek biçe dê hin kesên din bidomînin. Yanî çi qas girtin çêdibin bila bibin, zext çi qas zêde dibin bila bibin çapemeniya azad dê her hebe."    MA / Mehmet Guleş