Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere 2022-06-23 10:11:32   AMED - Ciwanê bi navê Recep Hantaş li Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin. Kekê Hantaş, Efe Hantaş bertek nîşanî biryara beraetê ya ji bo polîsê kujer da û wiha got: “Polîs jî dizanin ku dê ceza li wan neyê birîn. Dema mijar dibe kurd edaleta wan jî diguhere.”    Ciwanê kurd Recep Hantaş (20) di 14’ê nîsana sala 2019’an de li Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê dema çop kom dikir ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin. Têkildarî cînayeta Hantaş doz hatibû vekirin û danişîna biryarê ya dozê di 21’ê hezîranê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Di dozê de bi sûcdariya “qesta muhtemel” ji bo polîsê kujer Kazim Bozkurt 25 sal cezayê hefsê dihat xwestin lê dadgehê biryara beraetê da.    Dadgehê ji bo vê biryarê jî îdiaya “delîl nehatin peydakirin” nîşan da. Balkêşe ku dadgehê biryar neda ku derheqê polîsên di dema cînayetê de li cihê bûyerê bûn gilî bê kirin.    ‘DIZANIN KU TU CEZAYAN NAGIRIN’   Kekê Hantaş, Efe Hantaş têkildarî mijarê axivî û bertek nîşanî beraetkirina polîs da. Hantaş, da zanîn ku îdianameya derheqê birayê wî de 2 sal piştre hatiye amadekirin û wiha got: “Polîs baş dizanin ku heke li bajarên herêmê kesekî li gorî keyfa dilê xwe bikujin jî dê tu ceza li wan neyê birîn. Hêj ji destpêka pêvajoya dozê de me fêm kir ku dê tu cezayek li kujerên birayê min neyê birîn. Me dizanî ku dê biryarekî bi vî rengî bidin. Min xwest li ser dozê bisekinim û dê bisekinim jî.”    ‘DEMA MIJAR DIBE KURD EDALETA WAN JÎ DIGUHERE’   Bi domdarî Hantaş diyar kir ku dema rêyên hiqûqa navneteweyî xelas bûn dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin û wiha dom kir: “Bendewariya me ew bû ku edalet bêalî be. Lê belê me dît ku edalet alî digire. Heke canê mirovekî ewqas bêqîmet be û kesên ew kuştin tu cezayan newergirin, ev yek nîşan dide ku daraz alîgiriyê dike. Anku edalet ji bo kurdan cuda û ji bo yên din cuda dixebite.”    DAXWAZA CEZA    Hantaş, destnîşan kir divê bêyî li nasnameya faîlan were nihêrtin ceza li wan bê birîn û axaftina xwe wiha qedand: “Divê canê mirovekî ewqas bêqedr û bêqîmet nebe. Ferq nake kurd an jî tirk be; kî sûcekî bike divê cezayê xwe bibîne. Divê mirov biedalet be. Heta ku ez bijîm dê dev ji vê dozê bernedim. Ez dizanim dê tiştek bi serê min were lê dîsa jî dê dev jê bernedim. Encama wê çi dibe bila bibe. Dilê min û malbata min êşandin. Tiştekî wisa hêsan nîne; îcar heke bêsûc û bêguneh hatibe kuştin û kesên wisa kirin jî li kolanan destên xwe hejînin û bigerin. Kêm jî dixwazim ku kesên birayê min kuştine bên cezakirin.”    MA / Mujdat Can