Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin 2022-06-23 10:52:52   AMED - Li çoltera navçeya Licê di şerê qewimî de 2 leşker hatin kuştîn û leşkerek jî birîndar bû.    Wezareta Karên Navxweyî têkildarî şerê li navçeya Licê ya Amedê qewimî ye daxuyanî da. Wezaretê diyar kir ku di şerê li taxa Zerra yê navçeya Licê de derketiye çawişên pispor Oguzhan Ardûç û Tûrgût Îçen hatine kuştin û çawişê pispor Mustafa Can Akdogan jî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.