‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’ 2022-06-23 11:08:28   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku bi sûcên rêxistinên paramîlîter ên piştî JÎTEM’ê hatine avakirin kirine, armanc dikin ku li herêmê siyaseta kurd asteng bikin û wiha got: “Li cihê ku saziyên sivîl weke ‘terorîst’ tê pêşiya van hêzên paramîlîter hatiye vekirin.”   Polîtîkaya bêcezakirinê ya li Tirkiyeyê ku bi sûcên dewletê ve eleqedar re tên meşandin, ne tenê sûcdaran teşwîq dike, di heman demê de dibe sedema binpêkirinên nû yên mafan. Berpirsyarên hezaran cînayetên ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî dewletê û dewletê bi xwe ve di salên 90’î de li herêmê hatine kirin hêj nehatine cezakirin, pêkanînên di salên 90’î de bi JÎTEM’ê re dihatin bi rê ve birin îro jî bi ser rêxistinên cuda yên weke “sivîl” xuya dikin re tên bi rê ve birin. Di demekî ku niqaşên têkildarî SADAT’ê berdewam dikin de, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn derbarê hêzên paramîlîter ên li herêmê dixebitin de nirxandin kir.    ‘DEWLET BINPÊKIRINAN DIPARÊZE’   Keskîn, bi lêv kir ku erdnîgariya ku lê dijîn erdnîgariya miriyên bê gor e û anî ziman ku li vê erdnîgariyê dewletê gelek zêde sûc kirine. Keskîn, destnîşan kir ku sûcên ku ji aliyê dewletê ve tên kirin bê sûc dimînin û wiha got: “Ji salên 1915’an ve gelek sûcên faîlên wan nehatina diyar kirin hene. Lê dema em berê û niha didin ber hev, berê dewletê digot ‘me nekiriye’ û bêcezatî berdewam dikir lê îro binpêkirinên tên kirin bi taybetî jî ji aliyê hêzên fermî û Wezîrê Karên Hundir ve tê parastin. Ya ku mirovî dide fikirîn ev e.”   ‘BERÊ JÎTEM HEBÛ LÊ NIHA...’   Keskîn, da zanîn ku ji îro û pê ve gelek rêxistinên paramîlîter hene û wiha berdewam kir: “Berê me hebûna JÎTEM’ê dizanî û dema pêwîst dikir me gilî dikir. Lê niha hin rêxistinên ku em navên wan jî nizanin û sûc dikin hene. Mirov nikare van hêzên paramîlîter tenê bi SADAT’ê bide nîşandan. Mînak Komeleya Ocaxên Ulku yên Osmaniyan a di demekî nêzîk de me navê wê bihîst jî yek ji van e. Ji bilî van gelek rêxistinên din hene û ev rêxistin çawa derketin holê û çawa evqas hatin biçekkirin? Li cihê ku rêxistinên sivîl weke ‘terorîst’ tê dîtin ev rêxistinên paramîlîter derdixin pêş. Weke dixwazin dikarin sûc bikin û azadiya wan a sûckirinê heye. Ji aliyê endamên van rêxistinan ve jin tên qetilkirin. Bi wesayîtên zirxî zarok tên perçiqandin û faîlên van hemû sûcan nayên derxistin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN CIVAKÊ TIRSANDINÊ’   Keskîn, diyar kir ku ev hêzên paramîlîter ji aliyê dewletê ve bizanebûn derxistin holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Esas sedemê van rêxistinên paramîlîter ku ji aliyê civakê ve nayên nasîn û navendên wan nayên zanîn, polîtîkayên tirsandinê ne. Li bajarên herêmê ev yek gelek tê jiyîn. Tê armanckirin ku pêş siyaseta sivîl a kurd bikevin û were astengkirin. Tevî vê jî bi taybetî zexteke mezin li jinan tê kirin. Ji ber ku di demekî nêzîk de Sakîne Kultur ji aliyê endamekî van rêxistinan ve hate qetilkirin. Dîsa serokê MHP’a Amedê ji îstîsmara zarokekî hate girtin. Heke wî zarokî gilî nekiribûya dibe ku hin zarokên din jî rastî vê tundiyê hatibûna. Esas mesele ew e ku ev rêxistin dikarin bi awayekî azad sûc bikin.”