Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive 2022-06-23 11:20:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê piştî îstîfaya parlamentêrên Sadrê, bi rojeva awartê dicive.    Krîza avakirina hikûmeta Iraqê, ji hilbijartinên 10'ê Cotmeha 2021'an heya niha didome. Di 12’ê hezîranê de krîz bi îstîfakirina 73 parlamenterên Tevgera Sadrê, kurtir bû. Serokatiya Meclisê piştî îstîfayan, li ser banga çend parlamenteran, biryara ku îro bi awayek awarte bicive girt.    Bi kombûna parlamentoyê re dê di dewsa 73 parlamenterên Tevgera Sadrê de parlamenterên cîgir bên hilbijartin.    Her wekî din di rûniştina ku dê bê kirin de tê payîn ku Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî deverên Herêman Kurdistanê û axa Iraqê de birîfîng bide.