Abdulîllah Poyraz beraet kir 2022-06-23 13:33:09   ÎZMÎR - Bavê Denîz Poyraz, Abdulîllah Poyraz ji ber hevpeyvîneke derheqê qetilkirina keça xwe de dihat darizandin û di danişîna duyemîn a dozê de beraet kir.    Kujerê bi navê Onur Gencer di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz bi hovane qetil kir. Bavê Poyraz, Abdulîllah Poyraz têkildarî qetilkirina keça xwe de hevpeyvînek dabû û derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hate dîtin. Di danişînê de li gel Poyraz, her wiha parêzerên wî jî amade bûn.    Di danişînê de ji ewil parêzerên Poyraz axivîn û wiha gotin: “Vekirina lêpirsînê bi serê xwe sosret e. Dozgerê ku li dosyaya Denîz Poyraz dinihêre û yê ku derheqê bavê wê de doz vekiriye heman dozger e. Hêj îfadeyê bersûcê qetilkirina Denîz Poyraz nehatiye girtin ku ji bo bavê wê ceza dixwaze. Ev yek nayê qebûlkirin. Tiştekî rast nîne ku bavekî dilbiêş ji ber gotinên xwe yên di dema şînê de were darizandin. Gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên di vê mijarê de hene ku weke azadiya xweîfadekirinê qebûl dike. Ev yek hem li dijî hiqûqê û hem jî derwijdanî ye. Em beraeta miwekîlê xwe dixwazin.”    Piştî parêzeran jî dozger axivî. Dozger, mutalaaya xwe ya di danişîna berê de dubare kir û xwest ku Poyraz were girtin.    Şandeya dadgehê biryara xwe piştre da û ji bo Abdulîllah Poyraz biryara beraetê da.