Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc 2022-06-23 13:47:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora ku ji aliyê Parlamenterê TÎP'ê Ahmet Şij ve derbarê 16 rojnamegerên kurd de hatiye amadekirin de ev tişt hat gotin: "Xebatên pîşeyî di bin navê "emdamtiya rêxistinê" de kirine mijara sûc. Hewl tê dayîn ku dengê rojnamegerên kurd bê birîn."   Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik, derbarê 16 rojnamegerên kurd ku di 16'ê hezîranê de li Amedê hatibûn binçavkirin de bi ser navê "Rojnamegerî Dîsa Mijara Sûc e" raporek amade kir. Ahmet Şik, rapora xwe li Baroya Amedê bi Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Parêzerê rojnamegerên girtî Resûl Temûr re bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Di rapora ku ji 31 rûpelan pêk tê de hûrguliyên lêpirsînê, pirsên ku ji rojnamegeran hatine kirin û hevdîtinên ku bi rojnamegeran re hatine kirin cih digirin.    Di destpêka raporê de pêvajoya binçavkirina rojnamegeran hat bibîr xistin û hat ragihandin ku Ahmet Şik ji bo raporê bi parêzerê rojnamegeran, hevalên kar û  rêveberên saziyên ku rojnameger lê xebitîne û rojnamegerên ku hatine berdan re hevdîtin kiriye. Her wiha agahî hat dayîn ku Şik xwestiye bi Serdozgerê Komarê yê Amedê Mûstafa Çelenk û dozgera lêpirsînê Nîlgun Kurkaya re jî hevdîtin bike lê her du rayedaran bernameya xwe hincet nîşan dane û randevûya hevdîtinê nedane Şik.    DELÎLÊN ŞÊNBER TUNENE   Di raporê de hatiye destnîşankirin ku rojnamegerên ku hatine girtin beriya vê girtina xwe jî gelek caran ji ber xebatên xwe yên pîşeyî û nasnameya xwe ya muxalîf hatine sûcdarkirin û bûne hede lêpirsînan û ev nirxandin hatiye kirin: "Tacîza darazê ya ji ber kurdbûn, muxalîfbûnê û rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk pêk tê nîşan dide ku dewlet li herêmê çawa li rojnamegeran dinêre. Delîlên sûcdarkirina rojnamegeran ji bername, nûçe û sohbetên ku çêkirine pêk tên. Rojnamegeran bi xeta weşanê ya PKK/KCK'ê sûcdar kirine lê di vê derbarê de tu delîlek şênber tuneye. Tenê îfadeyên şahidên nepen û endamên rêxistinên yên di navbera salên 2013 û 2022'yan de teslîm bûne weke delîl nîşan dane."    NÛÇEYÊN BINÇAVKIRINÊ JÎ KIRINA MIJARA SÛCDARKIRINÊ   Di raporê de tê diyarkirin ku nûçeyên derbara binçavkirina rojnamegeran de jî kirine mijara sûc û derbarê mijarê de ev tişt tê gotin: "Hatiye gotin, 'Malperên di bin kontrola PKK/KCK'ê de li gumanbaran xwedî derketine û gelek nûçe hatine çêkirin û parvekirin hatine kirin'. Vê rewşê jî weke sûc nîşan dane. Li emniyetê mafê neaxaftinê ya rojnamegeran weke "helwesta rêxistinî" hatiye nirxandin. Saziyên mîna Komeleya Mafê Mirovan, Komeleya Rojnamegerên Azad û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ku rojnameger endamê wan in jî weke girêdayî rêxistinê û "delîla sûc" hatine nîşandan.    BINPÊKIRINÊN HIQÛQÛ   Di berdewama raporê de cih ji pirsên ku ji rojnamegeran hatine kirin û amûrên ku li malên wan û cihên karê wan hatine desteserkirin re hatiye veqetandin û bi van gotinan qala binpêkirinên hiqûqî hatiye kirin: "Beriya her tiştî girtina rojnamegeran a bi sûcdarkirina karên wan ê pîşeyî, sûcdarkirina naveroka nûçeyan a bi endamtiya rêxistinê, astengkirina karê rojnamegeriyê tê wateya tune hesibandina azadiya çapameniyê. Di lêgerînên şîrketan de bi awayekî dijhiqûqî lêgerîn pêk hatiye. Nûner, xebatkar û rayedarê şîrketê tev li lêgerînan nekirine. Rexmî ku rojnameger û parêzerên xwe daxwaz kirine jî bi hinceta "biryara nepeniyê" derbarê sûcdariya rojnamegeran de agahî nehatine dayîn. Xebatên pîşeyî di bin navê "emdamtiya rêxistinê" de kirine mijara sûc. Hewl tê dayîn ku dengê rojnamegerên kurd bê birîn."   FORMÊN LI ROJNAMEGERAN HATINE FERZKIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku formên ku di wan vebijêrkên mîna "Endamê aktîf ê rêxistinê me" , "Sempatîzan im" , "Îtîrafkar im" , "serbixwe me" li rojnamegeran hatine ferzkirin.   Di encama raporê de jî tê gotin ku hewl tê dayîn dengê rojnamgerê kurd bê birîn.