Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye 2022-06-23 15:06:20   AMED - Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik, girtina rojnamevanan weke “doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye” penase kir û wiha got: “Weke kesên ku ne alîgirên desthilatê ne û herkesên li pey heqîqetê dibeze bûn hedef.”   Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), rapora bi serenavê “Rojnamevanî Dîsa Mijara Sûc e” ku têkildarî girtina Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî di nav de 16 rojnamevanan amade kir, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, parêzerê rojnamevanên hatin girtin Resûl Temûr û Endamê Lijneya Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr tev li civîna çapemeniyê bûn.    ŞIK: DOZA HERÎ MEZIN A DI SALÊN DAWÎ DE YE   Parlamenterê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, qala rapora têkildarî girtina rojnamevanan amade kirin kir û wiha got: “Hinceta girtina hevalên me diyar e. Weke kesên ku ne alîgirên desthilatê ne û herkesên li pey heqîqetê dibezin bûn hedef. Tirkiye elimiye vê. Hevalên li herêmê di çapemeniya kurd de dixebitin zêdetir şahidê vê yekê ne. Di doza ku em weke zexta li ser rojnamevaniyê ya herî mezin dibînin de gelek hevalên me hatin girtin. Ez ne li bendê me ku di demekî kurt de ji vê darizandinê encamek derkeve.”   ‘ROJNAMEVAN MAFDAR IN Û BÊSÛC IN’   Şik, destnîşan kir ku Tirkiye ne dewleteke qanûnê ye jî û wiha berdewam kir: “Dema hûn kurd bin û muxalif bin hûn ê zêdetir bibin hedef. Ez dixwazim ji vir rexneyekê li xebatkarên çapemeniya neteweyî bikim, ji bo nûçeyê nebe jî qet nebe divê ji bo piştevaniyê li vir bûna. Ez têkildarî mafdarî û bêsûciya hevalên me ne bifikarim.”   ‘HESAB WÊ JI DOZGERAN WERE PIRSÎN’   Şik, bal kişand ku rojnamevan bi beyanên şahidên nepen û îdiayên şênber hatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min xwest têkildarî girtina rojnamevanan bi dozgerê dosyayê re hevdîtinê bikim lê dozger bi hincetên cuda hevdîtin qebûl nekir. Bi hişmendiyeke mirovên li hemberî xwe bike dijmin evraqa lêpirsînê hatiye îmzekirin. Ez ji vir dibêjim ku wê hesaba vê ji wan dozgeran were pirsîn.”   KARÊ ROJNAMEVANAN JI WAN HATE PIRSÎN   Parêzer Resûl Temûr jî spasiyên xwe pêşkeşî kesên piştevaniya rojnamevanan kirin, kir û têkildarî pêvajoya binçavkirin û îfadeyan wiha got: “Rojnamevanên piştî 8 rojan di bin çavan de man û derxistin edliyeyê, negirtin edliyeyê. Di otobusa binçavkirinê de sekinîn. Ev qedexe yek ji teknîkên lêpirsînên qedexe ne. Miduriyeta polîsan û dozgeriyê hewldan heta ku danişîn bi dawî bibe rojnamevan di otobusê de bisekinin. Di encama îtîrazên me de ev hate astengkirin. Pirsên ne di çarçoveya lêpirsînê de ji rojnamevanan hatin pirsîn û di girtekan de ne parastinên rojnamevanan, zimanê dozger cih girt. Me îtîrazî vê rewşê kir. Ev jî rewşeke ku were seqetkirin e. Ji temamê rojnamevanan ‘nûçeyên ku dema xebatên rojnamegeriyê de çêkirine, bernameyên tev li bûne, zimanê di bernameyan de bikaranîne û tarzê weşane’ hatin pirsîn.”   ‘DI DANIŞÎNA EWIL DE WÊ VALA DERKEVIN’   Temûr, bi lêv kir ku pirsên ji rojnamevanan hatine pirsîn pirsên azadiya çapemeniyê eleqedar dikin in û wiha berdewam kir: “Lê pirsên ji rojnamevanan hatin pirsîn û wêneyên nîşanî wan dan, nîşanî parêzeran nedan. Ji hemû rojnamevanan daxwazên girtinê yên ji 6 rûpelan pêk tên hatin pêşkeşkirin.”    ‘HELWESTA DADGER LI GORÎ BERSIVÊ HATE GUHERTIN’   Temûr, da zanîn ku dema ji bo îfade girtinê çûn dadgehê, dadger têkildarî naveroka weşanê û polîtîkaya weşanê pirs ji rojnamevanan kirin, helwesta xwe û zimanê xwe li gorî bersivên rojnamevanan guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ev îfade sibê ji me re hatin dadgehên cezayên giran wê biryarên ku şahidên vekirî û nepen derveyî dosyayê ne û ev nikarin bên guhdarkirin bidin. Em bawer dikin ku wê di danişîna ewil de sedemê girtinê vala were derxistin.”   ‘LÊPIRSÎN SIYASÎ YE’   Temûr, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di dema cih guhertina dozgera lêpirsînê de derket holê ku dozger ne ya Amedê ye ya Bismilê ye. Ev dozger bi rayeyên derbasdar hate vê derê? Em nizanin. Em dizanin ku dozgerek ji bo peywîreke derbasdar an jî bi daxwaza xwe ji bo peywîreke derbasdar an jî ji bo peywîreke hewce an jî lêpirsîneke dîsîplînê hebe dikare li cihekî din were peywîrdar kirin. Ji ber vê yekê em nizanin dozger bi kîjan hincetê tev li lêpirsînê bûye. Ev rewş dide bi awayekî zelal dide nişan dan ku lêpirsîn ne hiqûqî ye siyasî ye. Em ê pêşkeşkirina hemû piştevaniyên hiqûqî berdewam bikin. Em bawer dikin ku wê hevalên me di demekî nêzîk de werin berdan.”   DESTNÎŞANKIRINA PIŞTEVANIYÊ    Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî diyar kir ku AKP’ê di desthilata xwe ya 20 salan de azadiya îfade û çapemeniyê ji holê rakir û girîngiya piştevaniyê destnîşan kir. Muftuoglû têkildarî “Qanûna Dezenformasyonê” ku dê bînin Lijneya Giştî ya Meclîsê wiha axivî: “Pêdivî heye ku ji bo 16 hevalên xwe yên rojnamevan ên hatin girtin û têkildarî qanûna di rojên pêşiya me de were Meclîsê bi hev re têbikoşin. Heke em ê bi tabloyeke weke di karîkaturan de devê herkesê bi fermûarê tê girêdan re rûbirû bimînin. Em bawer dikin ku wê encax bi azadiya çapemeniyê û îfadeyê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê were vekirin. Peywîra herkesê ye ku heta danişîna ewil vê rojevê bidomînin.”