'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’ 2022-06-23 16:09:56   ÎZMÎR - Ayhan Bakir di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de li ser navê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad axivî û xwest her kes li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 78’emîn de li ber avahiya Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên HDP’ê û endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad piştgirî dan malbatan. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.    Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Karşiyakayê Menfî Yilmaz axivî û wiha got: “Li vî welatî tevî ku em hemwelatî ne jî lê mauameleya cihêkariyê li me tê kirin. Êdî em vê qebûl nakin. Gelo nexwestina mirinê xeletî ye? Yên ku îro li vî welatî aştî û edaletê dixwazin gişt tên sûcdarkirin. Rojnamevanên li Amedê hatin girtin çi sûcî kiribûn? 5 sal e nahêlin parêzer biçin birêz Ocalan bibinin. Vî mirovî ji bilî aştiyê çi xwest? Divê hemû sazî û dezgehan ji vê re beje bes e. Lazim e dawî li îşkenceya sistematik were.”    ‘ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’    Endamê Înîsiyatîfa Xwednekarên Azad Ayhan Bakir jî axivî û destnîşan kir ku gavneavêtina ji bo girtiyan helwestek polîtîk e û wiha got: “Her kes berpirsiyar e ku xwedî li girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan derkeve. Em bibin dengê girtiyan û malbatên wan. Her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Ji zindanan darbest derdikevin. Heke serî li ber vê zilmê were tewandin wê edalet tu deme bicih neye. Çareseriya vê jî rakirina tecrîdê ye.”