Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar 2022-06-23 16:41:26   MÊRDÎN - Li Midyadê, di dzoa kuştina Mûsa Çelîk de sercerdevanê girtî Şukru Akçay û birayên xwe, cinayetê bi "endamtiya rêxistinê" parastin û gef li ferdên malbata Çelîk xwarin.    Di 21'ê mijdara 2021'an de li gundê Mesken ê navçeya Midyadê, Sercerdevan Şukru Akçay û malbata xwe êrişî malbata Çelîk kiribûn û ji malbatê kesê bi navê Mûsa Çelîk kuştibûn. Ji ber vê kuştinê doz li Sercerdevan Şukru Akçay û birayên wî Veysî û Mahsûm Akçay doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê hat dîtin. Di danişînê de her sê bersûc jî hatin amadekirin. Malbatên her du aliyan, parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê û parêzerên bersûcan jî tev li danişînê bûn.    SERCERDEVANAN JÎ DANIŞÎNÊ ŞOPANDIN   Hin sercerdevanên li herêmê jî bi armanca piştgiriya Akçay tev li danişînê bûn û dozê şopandin.    'XWE DISPÊRIN HÊZA DEWLETÊ'   Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir. Di danişînê de hat diyarkirin ku serlêdana di danişîna din de ji bo redkirina dadger hatiye kirin, hatiye redkirin û ewraq hatin xwendin. Parêzerên malbata Çelîk, diyar kir ku bersûcan sûcê "kuştina biqestî" kiriye û bêyî daxistin bê kirin ceza bê dayîn. Parêzeran, destnîşan kir ku ji ber ku bersûc cerdevan in hêza dewletê dane pişt xwe û bi rengî cinayetê pêk anîne û parastina bersûcan ji bo xelasbûna ji ceza ye.    PARASTINA 'ENDAMÊ RÊXISTINÊ' BÛ   Parêzerên bersûcan, parastin kirin ku muwekîlê wan di bin navê "tehrîqa nerewa" cinayetê kirine û di parastinên xwe de ji bo Çelîk angaşta "endamê rêxistinê" kirin û angaşt kirin ku Çelîk êrişî wan kiriye.    TALOQ BÛ   Heyeta dadgehê careke din daxwazên malbata Çelîk red kir û ji bo ku dozger mutalaaya xwe amade bike danişînê taloqî 15'ê îlonê kir.     GEFA LI MALBATÊ    Dema ku malbata Çelîk ji eywana danişînê derket, sercerdevan Şukru Akçay serê xwe ji malbatê re hejand û gef li malbatê xwar. Ji ber vê ji bo demek kurt gengeşî derket.    Piştî ku eywan hat valakirin û Şukru Akçay birin wesayîta Ringê ya li hewşa edliyeyê jî gef li ferdên malbatê yên hewşa edliyeyê xwar û got, 'bijî dewlet'.    KEKÊ ÇELÎK: HEWL TÊ DAYÎN CERDEWAN BÊN PAKKIRIN   Kekê Mûsa Çelîk Mahsûm Çelîk, derbarê dosyeyê de gahî dan û diyar kir ku birayê wî bi awayekî plankirî hatiye kuştin. Çelîk, destnîşan kir ku dadgehê daxwazên wan red kiriye û wiha got: "Lêgerîna me ya edaletê didome. Cerdevanan bêyî ku belgeyekê nîşan bidin birayê min weke endamê rêxistinê sucdar dikin. Vê derewê ji bo ku xwe ji ceza xelas bikin dikin. Di doznameyê de ji bo cerdevanan "daxistina tehrîka nerewa" tê xwestin. Ev parastina kujeran e. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Em darizandineke adîl dixwazin.”   Di berdewamê de Çelîk, diyar kir ku cerdevan ji sala 2009’an ve li herêma Mêrdînê 54 kes kuştine û wiha got: "Çeka dewletê û hêza cemaweriyê digirine pişt xwe û her cure hovîtî û mehmeleya dijmirovî dikin. Divê ev kes bi awayê herî giran bên cezakirin. Di bin navê 'daxistina tehrîqa nerewa' de ev tên paqkirin. Tekoşîna me ya hiqûqî berdewam dike."   'EM DI BIN GEFÊ DE NE'   Çelîk, tevlîbûna cerdevanan a danişînê rexne kir û da zanîn ku rexmî kuştina birayê wî jî li ser medya sanal bi armanca piştgiriya cerdevanan parvekirin tên kirin û wiha got: "Bi bangên li ser medya sanal ji bo bersûcan piştgirî hatiye kirin. Ji ber van tiştên pêk tên em di bin gefê de ne."