Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir 2022-06-23 18:43:05   WAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê berê Bekir Kaya jî di nav de cezayê di "Doza Sereke ya KCK'ê ya Wanê" de li 13 siyasetmedaran hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.    Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê berê Bekir Kaya jî di nav de cezayê di "Doza Sereke ya KCK'ê ya Wanê" ya 2012'an de li 13 siyasetmedaran hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.    8 SAL Û 9 MEH CEZA LI BEKIR KAYA HATIBÛ BIRÎN   Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê 8 sal û 9 meh ceza li Bekir Kaya, Cuneyt Canîş, Velî Avci, Nezahat Erguneş, Halîs Çakir û Metîn Adûgît û 7 sal û 6 meh ceza li Mehmet Şîrîn Yildiz, Mûrat Dûrmaz, Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan, Mîhrîban Şah û Dervîş Polat û 6 sal û 3 meh ceza jî li Hacer Sarihanê birîbû.    Her wiha di Kanûna 2021'ê de Dadgeha Bilind 8 sal û 3 meh cezayê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Bekir Kaya hatibû birîn erê kiribû. Kaya zêdetirî 6 sal in di girtîgehê de ye.