Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome 2022-06-23 18:55:44   AMED - Şerê li bejahiya Licê didome. Her wiha çavkaniyên herêmî ragihandin ku li sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê jî balafirên şer F-16 pir nizm difirin.    Hat diyarkirin ku şerê ku duh li sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê di navbera eskerên tirk û PKK'yiyan de rû dabû, didome. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku duh PKK'yiyan li sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê êriş birine ser wesayîteke zirxî ya eskeran û di vê êrişê de gelek esker mirine û herî kêm 5 esker jî birîndar bûne.    Çavkaniyan diyar kir ku eskerên birîndar yek jê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û herî kêm 4 heb jî sewqî Amedê hatine kirin.    Çavkaniyan diyar kir ku piştî şerê duh bi şev îro ji sibehê ve şer li sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê didome û her wiha çavkaniyan got, eskeran li Geliyê Godernê, bejahiya gundê Zerra û Beşîştê jî operasyon dane destpêkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya van operasyonan de ji serê sibehê ve balafirên şer F-16 li herêmê pir nizm difirin.    2 ESKER MIRIBÛN   Wezareta Karên Navxweyî îro danê sibehê daxuyandibû ku di şerê li gundê Zerra yê Licê de çawîşê biqidem Ogûzhan Ardûç û çawîşê pispor Tûrgût Îçen mirine. Her wiha wezaretê ragihandibû ku serdesteyê pispor Mûstafa Can Akdogan jî birîndar bûye.