ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-24 09:00:06     *Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm anî ziman ku hin hêz derdor dixwazin li Şengalê şerekî navxweyî derxin û got: "Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin. Lê êzidî zana ne û wê ev polîtîkaya wan negihê armanca xwe."   *  Meryem Ataman a 65 salî, dayika girtî Hîkmet Ataman ê du caran cezayê muebedê lê hatiye birîn, 37 salên temenê kurê xwe li nava albûman bi keys kiriye û bi vî awayî bêrîkirina xwe ditebitîne.    * Derket holê qeyûmê Mêrdînê di belgeyên ji bo derxistina ji kar a 7 personelan de sixtekarî kiriye. Rêvebiriya qeyûm derpêş kiriye ku yekeya "Koordînatoriya ewlehiyê" ya ewraqên fermî hazir dike tune ye.    * Li Stenbolê jinan diyar kir ku daraz di dozên qetilkirina jinan û tahdeyê de kiryaran wêrek dike û gotin: "Dê têkoşîna me ya ji bo azadî û mafê jiyanê bidome."    * Girtî Harûn Kaya yê di Girtîgeha Kurkçulerê de nameyk şand. Kaya di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û gotiye, îdareya girtîgehê têfikek xwarin tenê dide odeyên 5 kes lê dimînin.    *  Endamê komîsyona "Nobeda Azadiyê" ya ji bo Ocalan Zulfu Bîngol diyar kir ku di 11 salên borî de çalakiya "Nobeda Azadiyê" li seranserê cîhanê berbelav bûye û got: "Heya Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe divê ev çalakî bên xurtkirin." (rêdûr)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşara di roja 473’emîn de berdewam dike.    * TMMOB û odeyên pîşeyî yên girêdayî wê, dê di meha duyemîn a Nobeta Edaletê ya li dijî biryara Doza Geziyê hatiye dayîn dane destpêkirin, wê li Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * Şaxên herêmê yên PSAKD’ê wê ji ber salvegera 29’emîn a Komkujiya Madimakê dê li Navenda Çanda Sabanci ya Meletiyê bernameyeke bîranînê li dar bixin. (13.00)   * Parazvanên mafan Emîne Akbaba, Îrem Çelîkbaş û xebatkara TÎHV’ê Aytul Ûçar ku derbarê wan de bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kirine” doz hate vekirin, wê li Edliyeya Îzmîrê bê dîtin. (14.00)   * Bi hevkariya HDP, HDK, NÇM û GKSM’yê ji bo bîranîna Dengbêj Şakîro wê li Navenda Çanda Cem Karaca çalakiyek were lidarxistin. (19.00-22.00)