ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-25 09:00:08     * Danişîna doza qetilkirina Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar dê roja duşemê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê bê lidarxistin. Cîhan Sîncar got, "em ê dest ji vê dozê bernedin" û ji bo beşdarbûnê bang li her kesî kir.    * Hin personelên Girtîgeha Şirnexê anîn ziman ku peywirdarên girtîgehê êrişê dibin ser girtiyan, malbatên girtiyan taciz dikin û heman peywirdar ji bo tiryakê jî xwe li nedîtinê datînin û agahiyên parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi girtiyên siyasî re bikin tên girtîgehê jî bi MÎT'ê re tên parvekirin.    * Piştgirên Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatiye destpêkirin diyar kirin ku desthilat her cara ku ditengije êrişê dibe ser girtîgehan û xwestin polîtîkayên çewisîner bi dawî bibin.    * Endamê Desteya Rêvebir a HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku desthilat û muxalefet meseleya kurdî ji xwe re kirine amûrek û got: "Meseleya kurdî bi dest van hêzên pergalê re nayê berdan. Çareserkirina meseleya kurdî ancax bi rêxistinbûyîna cewherî ya gel dikare li desthilatê bê ferzkirin."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 474'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û ÎHD'a Şaxên Amed, Êlihê û Îzmîrê dê çalakiyên heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li dar bixin. (11.00.13.00)   * Ma Music Center dê li avahiya xwe  şahiya dîwana zarokan li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê dê hefteya 900'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)    * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 535'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)    * TJA ji bo balê bikişîne ser kuştina jinan, polîtîkayên şerê taybet û êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê dê li navçeya Silopiya Şirnexê meş li dar bixe. (18.00) ZINDÎ