Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan 2022-06-25 09:06:17   STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku desthilat û muxalefet meseleya kurdî ji xwe re kirine amûrek û got: "Meseleya kurdî bi dest van hêzên pergalê re nayê berdan. Çareserkirina meseleya kurdî ancax bi rêxistinbûyîna cewherî ya gel dikare li desthilatê bê ferzkirin."    Di 3'yê Hezîranê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê polîsan avêtibû ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK). Di çarçoveya lêpirsînê de rêvebirên Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyê jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 29 kes hatibûn girtin û 8 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan.   Endamê Desteya Rêvebir a HDK'ê Sedat Şenoglû armanca operasyona li dijî HDK'ê nirxand.    Şenoglû anî ziman ku HDK ji bo pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yên welêt çareyan hildiberîne û got, lê desthilat û çapemeniya wê HDK'ê wekî hedef nîşan didin û bi operasyona dawî jî xwestine wê bi temamî krîmînalîze bikin.    HEDEFA DESTHILATÊ EV PARADÎGMA YE   Şenoglû diyar kir ku kongreya wan li hemberî polîtîkayên neçareseriyê yên desthilatê wekî rêxistinbûyîneke civakî derketiye holê û ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin û got: "Paradîgmaya HDK'ê bi îdiaya xwe, bi modela xwe û bi çareseriya xwe mudaxileyeke dîrokî ye. Ev paradîgma di nava 10 salan de pir zêde berbelav bû. Ev paradîgma enerjiyeke pir mezin li civakê peyda kir û bû cihê rêxistinbûyîneke mezin. HDK di warê civakî de li ser navê gelan mudaxileyek bû. Me bi HDK'ê di serî de gelê kurd û bi giştî tifaqa hemû gelên bindest, tifaqeke dîrokî ya gelan ava kir. A rast HDK bi vê gava xwe ya dîrokî hê di destpêkê de bûbû hedefa desthilatê."    HAVÊNÊ HÊVIYÊ   Şenoglû destnîşan kir ku bi vê rêxistinbûyîna civakî ya mezin a HDK'ê re HDP derketiye holê û got: "HDP jî li bara civakê bû hêvî." Şenoglû bilêv kir ku havênê vê hêviyê li bara civakê bûye xwedî beranberiyek û bal kişand ser rol û rista dîrokî ya HDP û HDK'ê ya di Berxwedana Geziyê de.   ‘BÛ TIRSA PERGALÊ'   Şenoglû bilêv kir ku xeta HDP û HDK'ê li dijî siyaseta desthilatê xwedî wateya "rêya sêyem" e û wiha berdewam kir: "Ev modela rêxistina civakî ya HDK'ê ji destpêkê de bûye tirsa vê pergalê. HDK hemû hîmên vê pergalê hejandin. Bi vî awayî gelan dît ku pêşerojeke din, civakeke din û Tirkiyeyeke din pêkane û van tiştan hemûyan bi hêza xwe ya cewherî di Berxwedan Geziyê de ceriband. Ji wê çaxê heya niha HDK li vê axê bûye hêzeke nayê tunekirin. Yanî HDK û HDP bûn qada ewil a êrişên pergalê."    Şenoglû destnîşan kir ku halî hazir desthilata AKP-MHP'ê êdî nikare tiştekî bide gelan û di hemû qadan de rûxiyaye. Şenoglû anî ziman ku "Tifaqa Gel" jî nikare tiştekî bide civakê û wiha axivî: "Pergala rêxistinbûyînê, projeya çareseriyê û çalakiyê û eniya demokrasiyê ya li dor HDP û HDK kom bûye îro ro di hedefa desthilatê ne û desthilat diwxaze wan ji holê rake. Armanca van êrişên li ser saziyên ku li dor HDK û HDP'ê xwe birêxistin kirine ew e ku Tirkiye ji çareseriyê bêpar bimîne."    TECRÎDA LI SER OCALAN   Şenoglû dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo paradîgmaya xwe û paradîgmaya HDK'ê bibîr xist. Şenoglû destnîşan kir ku tecrîda ku niha desthilat li Îmraliyê pêk tîne neçareserî bi xwe ye. Şenoglû bilêv kir ku di dema "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de atmsofereke asayî hebûye, lê belê desthilat ji wê çaxê heya niha polîtîkayeke neçareseriyê ferz dike.    KOMARA DEMOKRATÎK   Şenoglû di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: "Wê demê Ocalan doza çareserkirina meseleya kurdî dikir. Lê piştî desthilatê ew pêvajo da sekinandin û maseyê quliband ma li vî welatî çi qewimî çi neqewimî. Krîza aborî, krîza xwezayê, krîza cinayetan, krîza kedê her çû kûr bûn. Êrişên li ser HDK'ê û kûrkirina tecrîdê girêdayî hev in. Lewma çareseriya ku di paradîgmaya HDK'ê de berbiçav bûye ji bo gelên me çareseriyeke jiyanî ye. Em ê vê rêçê ava bikin, wekî din tu rêyek me tune ye."    HEWLDANEKE TAYBET HEYE!   Şenoglû bilêv kir ku di operasyona li hemberî kongreyê de li midûriyeta polîsan ji kesên binçavkirî pirsên wekî "Tu bi kurdî dizanî?" hatiye pirsîn û got, gotinên Wezareta Karên Navxweyî HDK'ê wekî hedef nîşan dane, hewldaneke taybet in ji bo krîmînalîzekirina HDK'ê. Şenoglû destnîşan kir ku HDK saziyeke legal e û rêbazên wê yên xebatê ji bo her kesî eşkere ne û got: "Wextekê HDK'ê pêwendî bi saziyên fermî yên dewletê re daniye û van saziyan HDK'ê vexwandine." Şenoglû diyar kir ku lê îro HDK wekî rêxistineke dijqanûnî tê nîşandan û got, ev jî polîtîkayeke bi zanebûnî ya desthilatê ye.    Şenoglû ragihand ku ev operasyona li hemberî HDK'ê dişibe operasyona li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û got, sedema vê jî polîtîkayên "ewlehîparêz" ên desthilatê ne.    NÎQAŞKIRINA MESELEYA KURDÎ   Şenoglû destnîşan kir ku di vê atmosferê de ku hilbijartina pêşwext tê nîqaşkirin, divê tu kes berbatyî gotinên desthilatdarê û muxalefetê nekeve û wiha got: "Niha cardin her kesî meseleya kurdî daxilî nava rojeva xwe kiriye. Lê meseleya kurdî bi dest van hêzên pergalê re nayê berdan. Çareserkirina meseleya kurdî ancax bi rêxistinbûyîna cewherî ya gel dikare li desthilatê bê ferzkirin. Divê mirov bi vî awayî li çareseriyê mêze bike. Lê binerin niha desthilat ji muxalefetê re dibêje 'Hûn bi HDP'ê re hevkariyê dikin', lê muxalefet jî ji desthilatdarê re dibêje 'Hûn jî bi Ocalan re hevkariyê dikin.' Yanî her du jî meseleya kurdî ji xwe re dikin amûrek. Tu projeyeke muxalefetê ya ku meseleya kurdî çareser bike tune ye. Detshilatdar jî vîneke wê ya ku meseleya kurdî çareser bike tune ye. Lê heya ev desthilatdariya faşîst neyê rûxandin dê çareseriyek neyê avakirin."    BANGAWAZÎ   Şenoglû di dawiya axaftina xwe de li hemberî êrişên li ser kongreya wan û muxalefetê ji bo yekîtiyê bang li muxalefetê kir û got: "Divê em eniyeke berxwedanê ya topyekûn ava bikin. Ev berpirsiyarî û peywireke me ya dîrokî ye. Ger em bi ser bikevin dê heyameke dîrokî ya nû dest pê bike, lê em bi ser nekevin dê tarîtî kûrtir bibe."    MA / Ergîn Çaglar