Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe 2022-06-25 10:13:45   STENBOL - Nûnerê TÎHV’a Stenbolê Umît Bîçer diyar kir ku zêdebûna tundiyê bi qewimandinên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û dewlet tundiyê ji bo cezakirin, tirsandin û çewisandina însanan bikar tîne û girîng e ku her kes li dijî vê derkeve.    Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di rapora xwe ya aydê sala 2021’an de ku parve kir destnîşan kir ku serlêdanên têkildarî îşkenceyê hatine kirin gihîştiye lutkeya 30 salên dawî. Li gorî raporê de hat diyarkirin ku di sala 2021’an de ji 984 kesên serî li TÎHV’ê daye 616 jê rastî îşkenceyê hatine. Di raporê de hat diyarkirin ku mirov herî zede di binçavan û çalakiyan de bi îşkenceyê re rûbirû mane û ji sedî 89,9 kes ji ber nêrîna siyasî û nasnameya xwe hatine îşknecekirin. Her wiha di raporê de hat gotin piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan jî zêde bûye.    MEŞA GEMLIKÊ Û NOBEDA EDALETÊ    Zêdebûna bûyerên tundiyê herî zêde di mudaxile û êrişên polîsan ên li ser çalaki û şahiyan de diqewime. Mînaka tundiya polîsan a dawî jî li Stenbolê li dijî malbatên girtiyan ku Nobeda Edaletê digirin pêk hat. Roja pêncşema bihûrî polîsan li Stenbolê êrişî malbatên girtiyan ku ji bo zarokên xwe daxwaza edaletê dikin qewimî.    Her wiha di 12’ê hezîranê de li Kadikoyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Meşa Gemlikê hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşe kir û 70 kes binçav kir. Polîsan di vê êrişê de li gelek kesan xist û wan birîndar kir.    Nûnerê TÎHV’a Stenbolê Umît Bîçer ji ajansa me re axivî û bal kişand ser tundiya polîsan û bûyerên îşkenceyê.    POLÎTÎKAYA TUNDIYÊ YA DEWLETÊ    Bîçer diyar kir ku tundiya îro diqewime piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê bi ragihandina sepana Rewşa Awarte (OHAL) re xwe wek saziyê bicih kiriye zêde bûye û dewlet li şûna aştiyane tevbigere lê di xwepêşandanên civakî û azadî û ramanê de serî li rêbaza tundiyê û zextan dide. Bîçer destnîşan kir ku zêdebûna tundiya li welat pêk tê bi geşedanên li Rojhilata Navîn re diqewimin re girêdayî ye û got: “Her ku diçe krîza aborî kûr dibe û xelk feqîr dibe. Dewlet jî li şûna ku amûrên demokratik bikar bîne, li şûna vê bêhiqûqiya civakî pêk tîne, li şûna ku pirsgirêkên civakê çareser bike serî li rêbaza tundiyê dide. Van polîtîkayên tên sepandin, di nava aliyên civakî de dibe sedema nearamiyê. Dewlet tundiyê wek çareserî dixe dewrê. Kî li dijî dewletê derdikeve dide ber êrişên xwe. Yên ku ji dewletê û îktidarê re serî natewînin bi tundî û îşkenceyê re rûbirû dimînin.”    TÊKOŞÎNA JINAN KIRINE ARMANC    Bîçer anî ziman ku bi betalkirina Peymana Stenbolê re xwepêşandan û nerazîbûnên jinan îktidarê aciz dike û got: “Îktidar naxwaze ku kes wê rexne bike û protesto bike. Çalakiyan qedexe dike, dixwaze têkoşîna jinan ji holê rake û naveroka çalakiyên jinan pûç bike. Bi pêvajoya Peymana Stenbolê re têkoşîna jinan mezin bû û îktidar ji vê tirsiya û têkoşînan jinan kir armanca êrişên xwe.”    TUNDÎ LI NAVERASTA KOLANAN PÊK TÊ    Bîçer anî ziman ku wan di nirxandinên kirine de gihîştine tespîta ku “rûyê îşkenceyê” guheriyê û wiha axivî: “Awayên îşkenceyê guherîne. Dixwazin bi awayên cuda li ser girseyan cureyên îşkenceyê pêk bînin. Berê îşkence li nav çar dîwaran dihat kirin, lê îşkence niha daketiye naverasta kolanan. Di serdegirtina malan de, li çalakiyan û li her qadê îşkence zêde bûye. Îktidar êdî ji bo mirovan bitirsîne, ceza bike û wan biçewisîne îşkence û tundiyê xistiye dewrê û vê wek rêbazek bikar tîne. Îşkence bi destê însanan pêk tê. Ji ber vê yekê jî wê îşkence bi destê mirovan ji holê bê rakirin. Îktidar ji bo xwe li ser pêya bigire û xwe berdewam bike zextên giran li civakê dike. Ji bo tundî, îşkence û zext ji holê bên rakirin divê her kes li ber vê yekê rabe û denge xwe derxe. Pêwîstî bi tundiya li dijî tundiyê heye.”