Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin 2022-06-25 10:48:04   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got: “Beriya ku tatîla dadî dest pê bike, dawî li vê zilmê bînin.”   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku sê ferdên malbata wan ji aliye AKP’iyan ve hatin kuştin, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Nobeda Edaletê di roja 474’emîn de didome û ji ber edliye îro girtî ye malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam belav kir.    Malbatê di peyamê belav kir de wiha got: “Dayika Emîne hê jî li ber edliyeyê ye û li benda wê roja hembêzkirina lawê xwe yê girtî ye. Wê hembêzkirinê hin bêtir paşve nexin. Beriya ku tatîla dadî dest pê bike, dawî li vê zilmê bînin.”