Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin! 2022-06-25 12:08:56   ÎZMÎR - Dayika girtî Abdulkadîr Aksu, Hedla Aksu ya 84 salî carek din rakirin nexweşxaneyê. Daxwaza dayikê ya dawî ew e ku lawê xwe bibîne. Serpêhatiya dayikê çîroka “bila kurd dayika xwe nebînin” anî bîra mirovan.   Dayika Abdûlkadîr Aksû yê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê girtî ye, Hedla Aksu ya 84 salî, ji ber temen û nexweşiyên xwe rewşa wê giran e. Hedla Aksu ji ber nexweşiyên dil û tansiyonê 2 caran rakirin beşa lênêrîna awarte. Tenê daxwaza wê ew e ku cara dawî lawê xwe yê girtî bibîne.    Aksu cara ewil di 20’ê hezîranê de rewşa wê giran bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliya Îzmîrê. Bi hêceta cih li unîteya lênêrîna awarte nîne, wê sewqî nexweşxaneyek taybet kirin. Aksu duh nîvro jî bi hêceta “hewce nake di lênêrîna awarte de bimîne” şandin Nexweşxaneya Torbaliyê û wê xistin serwîsa asayî.    Carek din rewşa Hedla Aksu giran bû û duh bi şev dîsa wê xistin beşa lênêrîna awarte.  DAXWAZA WÊ DAWÎ EW E KU LAWÊ XWE BIBÎNE    Ji ber nexweşînên xwe nikare xwarinê bixwe. Aksu bi mama tê xwedîkirin. Di mêjiyê wê de xwîn hişk bûye û felc bû. Rewşa wê xetere ye û nikare biaxive û ne li ser hişê xwe ye.    Tenê daxwazek Hedla Aksu ku rewşa wê giran e heye, ew jî ku lawê xwe Abdulkadîr Aksu (70) 5 sal in wî nedîtiye, bibîne. Roja ku dayika Hedla radikin nexweşxaneyê ji bûka yanî ji hevjîna Abdulkadîr Aksu, Fatma Aksu re dibêje, “Ez ditirsim lawê xwe nebînim û ji vê dinyayê koç bikim.” Dayik Hedla bi vî awayî daxwaza xwe dawî anî ziman.    RAPORÊ NADIN    Heke nexweşxane raporek derbarê rewşa giran a Hedla Aksu de amade bike û ev rapor radestî dozgeriya girtîgehê were kirin û ku dozger destur bide Abdulkadîr Aksu, dê ew bi destûrê were berdan û dayika xwe bibîne.    Malbatê xwest vê raporê werbigire lê belê nexweşxane rapor neda malbatê.    Herî dawî malbatê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Rêveberiyê ji malbatê re got, “heke nexweşxane rapor bide, bînin em ê bidin dozgeriyê. Dozger destûr bide em ê girtî bînin.”    Malbata Aksu îro carek din ji bo raporê werbigire dê serî li Nexweşxaneya Torbaliyê bide.    BILA KURD DAYIKA XWE NEBÎNIN!   Daxwaza dawî ya Hedla Aksu ji bo lawê xwe bibîne serpêhatiya “bila kurd dayika xwe nebînin” ku di nava kurdan de berbelav e anî bîra mirovan.   Hevjîna Abdulkadîr Aksu, Fatma Aksu bertek nîşanî nexweşxaneyê da ku raporê nade û diyar kir ku gelek nexweşînên hevjînê wê jî hene. Fatma Aksu wiha got: “Qet nebe hê ku her du jî dijîn bila cara dawî hev bibînin. 5 sal in hevjînê min dayika xwe nedîtiye. Cara dawî be jî bila dayik û law hev bibînin.”    'DIBE KU HER KÊLÎ BIMIRE’    Fatma Aksu bal kişand ser nexweşînên hevjînê xwe û wiha axivî: “Nexweşxane rapor bide û derkeve em ê tedawiya wî bikin. Lê raporê nadin. Dema Abdulkadîr diçe nexweşxaneyê jê re dibêjin, ‘nikare di hefsê de bimîne’. Lê bele dema raporê dixwaze, nadinê û bêdeng dimînin. Di nasnameyê de 60 salî ye lê rastiya temenê wî 70 salî ye. Ji ber nexweşîn û temenê xwe êdî ew nikare di hefsê de bimîne. Nikare bi tena serê xwe li hefsê bijî. Dibe ku her kêlî jiyana xwe ji dest bide. Nexweşiya hîpertansiyon pê re heye. Di girtîgehê de şert û merc sînordarkirî ne. Were berdan em ê bi derfetên xwe wî tedawî bikin.”    'JI BO XATIRÊ MIROVAHIYÊ...'   Fatma Aksu ji bo ku hevjînê wê û dayika xwe cara dawî hev bibînin bang li parêzvanên mafê mirovan û tevahiya civakê kir ku hestiyar tevbigerin û got: “Dayik û lawê wê bigihînin hev. Vê yekê ji bo xatirê mirovahiyê bikin.”  ADBULKADÎR AKSU KÎ YE?    Abdulkadîr Aksu cara ewil di sala 1992’yan de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” li navçeya Akhîsara Manîsayê hat girtin. Aksu ji sala 92’yan vir ve di dîrokên cuda de ket hefsê û derket û ew heta niha 17 salan di hefsê de maye. Gelek nexweşîn lê peyda bûne û tevî vê yekê jî nayê berdan. Herî dawî nexweşxaneyê di hezîrana 2018’an de rapora “dikare di hefsê de bimîne” da Aksû.    Ev 5 sal in ku Aksu girtî ye.    MA / Delal Akyuz