Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê 2022-06-25 14:01:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê, leşkerên Iraqê dema ku xwestin bikevin qada gazê ya Kor Mor ji aliyê pêşimergeyan ve hatin astengkirin.    Li Herêma Kurdistanê, piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê ya derbarê gaz û sotemeniyê a Herêma Kurdistanê de li herêmê di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de gengeşî derket. Li gorî nûçeyeke ku Rojnewse derbas kiriye, li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, fermandar jî di nav de komeke leşkerên Artêşa Iraqê dema ku xwestine bikevin qada gazê ya Kor Mor û lê lêkolînan bikin, ji aliyê pêşmergeyan ve hatin astengkirin.    HÊZÊN IRAQÊ PAŞVE HATIN VEGERANDIN   Ji rêveberên bajaroka Zinanê yê navçeya Çemçemal Wehab Ehmed, derbarê mijarê de ev agahî daye Rojnewsê: "Leşkerên kurd jî di nav de heyetek ji Artêşa Iraqê xwest bi armanca lêkolînkirinê bikeve qada gazê ya Kor Mor a li Çemçemalê. Heyet ji aliyê pêşmergeyan ve hat astengkirin û paşve hat vegerandin.    Duh li dijî qada gazê ya Kor Mor erişeke biroket pêk hatibû.   Di 22'yê hezîranê de jî li dijî Kor Mor êrişeke biroket pêk hatibû.