Li Hezexê polîsekî xwe kuşt 2022-06-25 14:16:04   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştiye.    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat îdiakirin ku polîsê bi navê T.B. ku li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê wezîfedar bû, duh bi çeka xwe întîhar kiriye. Piştî ku hevjîna wî bi bûyerê hesiya, agahî da tîmên tenduristiyê û polîsan. Hat zanîn ku T.B. piştî mudaxileya ewil a li bûyerê wî rakirine nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku cenazeyê wî ji bo otopsiyê şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.