Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin 2022-06-25 15:32:33   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 535'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk û banga hestiyariyê kir.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 535'emîn de li ber avahiya xwe li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Bila Girtiyê Nexweş Kemal Ozkîraz bê Berdan" û "Mafê Tedawiyê Nikare bê Astengkirin" hatin vekirin û dovîzên wêneyên girtiyên nexweş li ser wan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozkîraz ku li Girtîgeha Tîpa E ya Hejmara 1 a Tekîrdagê girtî ye hat rawestandin.    Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Endamê Komîsyona Girtiyan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ve Hatîce Onaran ve hat xwendin.    NEXWEŞIYÊN OZÇELÎK    Hatîce Onaran, nexweşiyên girtiyê nexweş Kemal Ozkîraz (65) wiha rêz kir: "Bi awayekî pêşketî nexweşiya têrnekirina dil, hîpertansiyon, diyabet, windakirina dîtinê ya girêdayî xitimandina demarên çav, wexmiya berbelav, nêtirkirina bêhgirtinê, jibîrkirin, windakirina wesfan a gurçikê û kevir, êşa berbelav a laşî, zehmet kişandina meş û xewê pê re hene. Beyî alîkariya kesekî nikare nikare bimeşe. Ji ber nexweşiyên xwe nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibersivîne. Bi awayekî rêk û pêk nikare dermanên xwe bi kar bîne. Ji ber nexweşiyên xwe divê bi awayekî rêk û pêk bê tedawîkirin û kontrola wî bê kirin."   BANGA HESTIYARIYÊ   Onaran, da zanîn ku parêzerên Ozçelîk ji bo ku muwekîlê wan bê sewqkirin û înfaza wî bê taloqkirin serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) û Dadgeha Destûra Bingehîn dane û ji bo berdana girtiyên neşxweş banga hestiyariyê kir.    Çalakî bi dûrişmeyan bi dawî bû.