ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye 2022-06-25 15:42:54   EDENE - Rêvebera Navenda Giştî yê ÎHD’ê Servet Ustun Akbaba diyar kir ku îşkence û muameleya xerab li her qadê belav bûye û îşkence polîtîkaya dewletê ye û ew ê li dijî her cure îşkenceyê têbikoşin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Hatay, Edene, Mêrsîn û Îskenderûnê li Koprubaşiya Edeneyê di çarçoveya “Roja Piştevaniya Têkoşîna Dijî Îşkenceyê û Kesên Hatine Îşkencekirin” ku 26’ê hezîranê ye daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Cîhanek Bêîşkence Pêkan e” hat vekirin û gelek parêzvanên mafê mirovan tev li bûn. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ê ÎHD’ê Servet Ustun Akbaba daxuyanî da. Akbaba destnîşan kir ku îşkence tenê li dijî kesan pêk tê li ser tevahiya civakê îşkence pêk tê û îşkence û muameleya xerab li her qadê belav bûye,  îşkence polîtîkaya dewletê ye û ew ê li dijî her cure îşkenceyê têbikoşin.    Akbaba diyar kir ku li girtîgehan jî îşkenceyek giran li dijî girtiyan pêk tê û ew ê li her qadê li dijî bêcezahiştinê têbikoşin û heta ew edaletê bicih bînin bênavber dê bixebitin.