ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir 2022-06-25 16:44:42   ÎZMÎR - ÎHD'ê, pirsa faîlên Alî Ûygûr ku beriya 42 salan li Miduriyeta Polisan a Mêrsînê bi îşkenceyê hat kuştin kir.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" ku ji 2 hefteyan carekê li dar dixe, li navçeya Konakê li pêşiya Sumerbanka Berê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên mîna "Winda Wijdan in lê Xwedî Derkeve" û "Faîl Diyar in Winda li Kuder in" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de aqûbeta Alî Ûygûr ku beriya 42 salan li Miduriyeta Polisan a Mêrsînê bi îşkenceyê hat kuştin, hat pirsîn. Di çalakiyê de êrişa li dijî Çalakiya Dayikên Şemiyê ya Stenbolê hat şermezarkirin.    BERIYA 42 SALAN WINDA BÛ   Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Alî Aydin, çîroka Alî Ûygûr wiha xwend: "Alî Ûygûr ku li Miduriyeta Polisan a Mêrsînê bi îşkenceyê hat kuştin, di sala 1955'an de li navçeya Nîzîp a Dîlokê ji dayik bûbû û derçûyê Beşa Îngilîzî ya Enstîtuya Gazî ya Perwerdeyê bû. Dema ku di 1'ê tîrmeha 1980'yî de bi hevalên xwe Mîthat Nîsan, Mahîr Keçecî û Ozcan Fedakar re bi trênê rêwîtî dikir li navçeya Pozanti ya Edenê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û destpêkê birin Edenê û piştre jî birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê. Heta 9 rojan ji Alî tu agahî nehat girtin. Di 10'ê tîrmehê de dayika wî Hatîce Ûygûr û du keçên Ûygûr, bi nûçegîhanê Rojnameya Demokrat Vahap Şehîtoglû re bi Midurê Şaxa Yekemîn a Mêrsînê Omer Guneş û Alîkarê wî Hanefî Avci re hevdîtin kirin. Dayik got ku ji jiyana kurê xwe fikaran dike. Hanefî Avci, ji dayikê wî re ev tişt got, 'Kurê te di 9'ê tîrmehê de li taxa Demîrtaş dema operasyonekê reviya. Binêre dosya û girtek li vir hene lê înşallah miriye'. Li ser vê bersivê malbatê gelek caran daxwazname dan meqamên dewletê."   LI GORISTANA BÊKESAN HAT VEŞARTIN   Aydin, destnîşan kir ku kesê bi navê Haşîm Aslan ku wê demê ji sûcekî din girtî bûye, li dadgeriya lêpirsînê gotiye ku dar li serê şoreşgerê bi navê Alî Ûygûr xistine û ew kuştine û dixwaze di vê derbarê de şahidiyê bike û wiha got: "Ji ber ku ev kes dixwaze şahidiyê bike wî dişînin Girtîgeha Sînopê. Malbata Ûygûr, di her astê de li kurê xwe geriya lê mixabin li Goristana Bêkesan a Mêrsînê bi rastiyê re rû bi rû ma. Alî Ûygûr bi îşkenceyê hatibû kuştin û li şûna kesê bi navê Alî Butun ku di behrê de xeniqîbû li gora bêkesan hat veşartin. Di 22'ê tebaxê de ev gor di şahidiya dadger de hat vekirin û ji aliyê dayika wî ve hat teşhîskirin ku cenaze yê kurê wê Alî Ûygûr e."   DOSYA BÊYÎ KU VEBIBE HAT GIRTIN   Di berdewamê de Aydin, bi lêv kir ku peywirdarên dewletê li ser sûc hatine girtin lê di tarîtiya Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de dosya bêyî ku bê vekirin hatiye girtin.