Li Girtîgeha Amedê çi diqewime? 2022-06-25 22:38:18 AMED - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Amedê gardiyanan bi ser qawîşan de girtin û bi hinceta ku madeyên qedexe hene, girtî derb kirin.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Amedê rastî tundiya gardiyanan hatin. Malbatên ku agahiya wan jê çêbûyî, herikîn pêşiya girtîgehê. Heta demekî dirêj derheqê mijarê de tu agahî bi malbatan re nehatin parvekirin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku ewil ew hatin cihê bûyerê, piştî hevdîtina bi girtiyan re derheqê mijarê de agahî dan malbatan. Parêzerên OHD’î dan zanîn ku gardiyanan bi ser qawîşên girtiyan de girtine û bi hinceta ku madeyên qedexe li wir hene jî girtî derb kirine. Parêzeran got ku piştî serdegirtinê, qawîşên girtiyan hatine guherandin. Hat îdiakirin ku ji girtiya Mazlum Dagdevîren ku qawîşa wî hatiye guherandin, xwe bi alavên tûj birîndar kiriye. Ji ber derbkirinê, li ser laşê Dagdevîren şopên pêhnan hebûn û laşê wî reş û şîn bûye lê belê ne birine nexweşxaneyê. Parêzeran da zanîn ku di heman demê de ji heman qawîşê 5 girtiyên din hatine derbkirin û rewşa wan baş e. Piştî hevdîtina parêzeran jî malbat ji pêşiya girtîgehê belav bûn.