ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022 2022-06-26 09:00:26   * Li Amedê îstasyonên bazê bandorek nebaş li tenduristiya gel dike. Hevserokê SES a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku li deverên ku îstasyonên bazê hene pençeşêr zêde bûye.    * Halîl Çalişkan (59) ku dahata wî tenê hezar û 300 TL meaşê astengdariyê ye, ji ber ku nikaribûye heqê kirêya xwe bide ew û hevjîna xwe ji xanî hatine derxistin. Çalişkan ku niha tevî hevjîna xwe û zarokên xwe li mala keça xwe dimîne, li benda çareyekê ye.    * Li Mêrdînê her diçe gelek kes dest ji AKP'ê berdidin. Kesên dest ji AKP'ê berdane ji niha ve haziriyên xwe yên ji bo guherandina desthilatê dikin. Ev liv û tevgera di nava AKP'ê de nîşan dide ku dê di rojên pêş de gelek kes jê veqetin.    * MA Muzîkê bernameya xwe ya ji bo yekemîn salvegera damezrandina Zarok Ma'yê eşkere kir.    * Salih Temel ê 70 salî yê ji gundê Setkarê yê Elkê ku ji ber li ber valakirina gund rabûye û cerdevantî qebûl nekiriye 4 caran hatiye girtin û 15 caran hatiye binçavkirin, bang li kesên ku dest ji axa xwe berdane kir: "Ava me, axa me, darên me namûsa me ne. Divê mirov terka axa xwe neke û ji bo wê heta dawiyê bitêkoşe."   * Endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş bang li derdorên muxalefetê kir ku di mijara tecrîdê de bi berpirsyarî tevbigerin û wiha got: “Vekirina rêyên hevdîtina bi birêz Ocalan re dê rê li ber pêşketina têkoşîna azadî û demokrasiyê veke.”    * Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan têkildarî nîqaşên di komîsyona ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî gelê kurd şer dikin.”    * Serokê DÎKO’yê Mehmet Yuksel got ku divê welatî dema mewduaetên xwe didin zêringiran hinekî baldar bin û ev tişt anî ziman: “Divê welatî dovîz an jî zêrên xwe bi mebesta emanet an jî kar nedin zêringiran.”    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 475'emîn de didome.   * Kongreya Mezin a Bi Hilbijartin a TTB'ê ku li Avahiyê Morfolojiyê a Zanîngeha Tipê ya Enqereyê bi dirûşma "Ked a me ye soz a me, pêşerojeke bi tendurist di destê me de ye" pêk tîne dê îro berdewam bike. (Dê hilbijartin bê kirin) (09.00-17.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê 4'emîn Kongreya Xwe ya Asayî bi tevlibûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan pêk bîne. (10.00) ZINDÎ   * Şaxa OHD'a Enqereyê dê li Navenda Giştî ya SES'ê panela bi navê "Rûyê Jinê yê Hepsbûnê" li dar bixe. (11.00-15.00)