Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin 2022-06-26 09:01:55   AMED - Li Amedê îstasyonên bazê bandorek nebaş li tenduristiya gel dike. Hevserokê SES a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku li deverên ku îstasyonên bazê hene pençeşêr zêde bûye.    Piştî di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin û şîrketên operatorên tora sanal a mobîlê peymana "Peymana Mafê Bikaranîna Cih a Pergalên Elektronîk a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê" de hat îmzekirin li bajêr tu deve rnema ku îstasyonên bazê lê nehatine bicihkirin. Ev îstasyonên bazê hemû li qadên jiyanê ne.    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Amedê Şiyar Guldîken bal kişand ser bandorên îstasyonên bazê yên li ser tenduristiya mirovan.    Guldîken da zanîn ku li Îsraîlê di lêkolînekê de derketiye holê ku li herêmên ku îstasyonên bazê lê zêde ne nexweşîna pençeşêrê 3 qat zêdetir bûye.    50 HEZAR ÎSTASYONÊN BAZÊ   Bi domdarî Guldîken da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 50 hezar îstasyonên bazê hene û wiha got: "Gava mirov li mezinahiya axa Tirkiyeyê û cihê ku ev îstasyonên bazê lê hatine çêkirin binêre, hema bibêje li ber serê me hemûyan îstasyoneke bazê heye. Em bi tîrêjên elktromanyetîk ên îstasyonên bazê û pêlên manyetîk re rû bi rû dimînin."    LI KOLAN, PARK Û XAÇERÊYAN ÎSTASYONÊN BAZÊ   Di berdewamê de Guldîken bilêv kir ku bi zêdebûna telefonên mobîl re berbelav bûne û li hemû kolan, minareyên mizgeftan, ser avahiyan, li parkan û xaçerêyan hatine çêkirin.    BANDORA WAN   Guldîken destnîşan kir ku îstasyonên bazê bandoreke pir nebaş li tenduristiya mirovan dikin û ev tişt anî ziman: "Bandorên wê yên derûnî, hestî û fîzîkî hene. Di warê derûnî de bandorê li stresê dike û ev yek dibe cihê raggeşiyê. Di warê fîzîkî de jî bi taybetî di guh de dibe sedema zêdebûna çingîniyê."    Guldîken anî ziman ku îstasyonên bazê divê herî kêm deh metreyan dûrî jîngehan bin û divê li cihên jiyana hevpar neyên çêkirin.    ‘BANDORÊ LI ZAROKAN DIKE'   Di berdewamê de Guldîken bilêv kir ku bi taybetî îstasyonên bazê bandorê li zarokan dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Di lêkolîneke li ser zarokan de derketiye holê ku îstasyonên bazê di warê hînbûnê de û hîperaktîvîteyê de bandoreke nebaş li zarokan dikin. Di salên dawî de ji ber îstasyonên bazê û amûrên teknolojiyê nexweşîna dîsleksiyê zêde bûye. Yanî em dikarin bibêjin ku bandorê li ekosîstemê dike."