Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e 2022-06-26 10:20:02 ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş bang li derdorên muxalefetê kir ku di mijara tecrîdê de bi berpirsyarî tevbigerin û wiha got: “Vekirina rêyên hevdîtina bi birêz Ocalan re dê rê li ber pêşketina têkoşîna azadî û demokrasiyê veke.”  Li Tirkliyeyê starta hilbijartinê ku navek lê nehatiye kirin dest pê kiriye û desthilatdarî hewl dide hem muxalefetê û hem jî kurdan li ser Îmraliyê dîzayn bike. Tê îdiakirin ku dê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 23 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Tifaqa AKP-MHP’ê herî dawî di hilbijartina 2019’an a Stenbolê de li ser nameya Ocalan xwestin di hilbijartinê de bi ser kevin. Lê belê ne mîsogeriya serkeftinê ya desthilatdariyê pêk hat û ne jî tirsa muxalefetê. Piştî Meşa Gemlîkê ku di 12’ê hezîranê de hate kirin, nîqaşên li ser Ocalan hîn bêhtir hatin kirin. Desthilatdariyê careke din gotinên ku rê li ber spekûlasyonan vedike bi raya giştî re parve dike. Muxalefeta ku dijbertiya desthilatdariyê dike, demildest xetên xwe yên sor diyar kirin û her wiha dijayetiya bikaranîna mafên demokratîk kir.    Yek ji parêzerên ewil ên Ocalan û di heman demê de Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş têkildarî spekulasyonên li ser Îmraliyê tên kirin, bêdengiya raya giştî ya demokratîk û muxalefetê ya li dijî tecrîdê û polîtîkayên desthilatdariyê bi ajansa me re axivî.    Dogan Erbaş anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê êdî bûye pratîkeke sûc ku nayê qebûlkirin û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser birê Ocalan ev 23 sal li pey xwe hişt û veguheriya pergaleke îşkenceyê. Gelek caran em vê rewşê weke ‘darbest’, ‘kora mirinê, ‘korîdora mirinê’ û ‘xala sifir a hiqûq lê xelas bûyî’ pênase dikin. Lê belê weke ku cara yekemîn be bavê tecrîdê bihîstibin tevdigerin lewma em heyirî dimînin.”    ‘SIYASETEKE NEMICID’   Erbaş, diyar kir ku bi muxalefet û desthilatdariya xwe ve siyaseta Tirkiyeyê bêrêgez, ji cidîbûnê dûr, nejidil û rojane ye û pirsgirêkên girîng jî ji bo polîtîkaya rojane weke amûrekî bi kar tînin. Erbaş, got ku yek ji girêkên herî mezin a siyaseta Tirkiyeyê ev e û nêzikatiya li dijî tecrîda ser Ocalan jî weke mînakeke vê rewşê nîşan da. Erbaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, hem beriya Îmraliyê û hem jî piştî anîn wê derê bi dehan caran pêşniyarên çareseriyê kirin. Hêj ji rojên destpêkê ve xwest ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi hemû aliyan re muzakereyan bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîqaş meşandin û çareserî pêşkeş kirin. Birêz Ocalan, îradeyeke sazker e. Divê ev yek were qebûlkirin. Aktorekî jirêzê nîne. Bi diyalogên salên 1993’yan re encamên girîng hatin bidestxistin. Agirbestên piştî wan salan hatin ragihandin, xeta li Îmraliyê derketiye pêş û helwesta di salên 201-2015’an de hêj di bîra hemû kesî de ne. Gelo ma em dikarin weke ku ev tişt qet nebûne tevbigerin?”    HELWESTÊN PRAGMATÎK ÊN DESTHILATDARIYÊ   Têkildarî îdiayên bi raya giştî re hatine parvekirin jî Erbaş ev tişt anî ziman: “Welêt ber bi hilbijartinê ve diçe û desthilatdarî tengijî ye. Di rewşeke wiha de dixwaze bi van tiştên wiha sûdê bigire, bendewariyekê çêbike û têkoşîna heyî qels bike. Gelek caran pragmatîk nêzî pozîsyon, nûnertî û hêza çareseriyê ya birêz Ocalan bûn. Di hevdîtinan de birêz Ocalan xetekî zelal xêz kiribû û xuya bûbû ku ev ne rêyeke derbasdar e. Birêz Ocalan digot; ‘Bila kesek bi min nelîze. Ev pirgirêkeke gelek giran e û divê micid nêz bibin.’ Di rojên pêş de em ê bibînin bê ka manîpulasyone yan na. Hevdîtina birêz Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe re lûtfek nîne. Mafên wî yên herî bingehîn tên binpêkirin û li ser rewşeke wiha giran re hevdîtinê weke lûtfekî nîşan didin. Ne di hêla hiqûqî û ne jî di hêla wijdanî de ji xwe şerm nakin.”    DIJBERTIYA DESTHILATDARIYÊ YA KURDAN   Di berdewamê de Erbaş bal kişand ser dijbertiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya kurdan û wiha domand: “Hem li hundir û hem jî li derve polîtîkaya xwe li ser dijminatiya kurdan ava kirine. Doza girtinê ya li partiya me hatiye vekirin, Doza Kobanê, girtina 16 rojnamegerên kurd û operasyonên her roj tên kirin. Şerê li dijî Başûr û amadekariyên ji bo êrişeke li dijî Rojava. Anku desthilatdariyeke ku di dijminatiya kurdan de sînorekî nas nake, ji bo tunekirina hemû destkeftiyên kurdan sond xwarî li holê heye. Heke desthilatdarî van gotinan tenê ji bo avakirina bendewariyan bike, bila baş bizane ku dê encamekî bi dest nexe. Dibe ku tengijî bin lewma biçin hevdîtina Ocalan lê heta dev ji dijayetiya kurdan û siyaseta hegemonîk bernedin, dê hevdîtinên wan ên bi birêz Ocalan re bo wan tu encamekî bi xwe re neyîne.”    XETA BERXWEDANÊ YA OCALAN   Bi domdarî Erbaş, daxuyand ku sedema bingehîn a tecrîda li Îmraliyê, xeta berxwedanê ya Ocalan e û wiha pê de çû: “Divê kesek vê rastiyê jinedîtî ve neyê. Heke birêz Ocalan weke gotinên erzan ên hinek derdoran nêzî desthilatdariyê bûbûya û ketibûya pozîsyoneke ku bi kêrî desthilatdariyê tê, rastî tecrîdeke ewqas giran nedihat. Ocalan di nava berxwedaneke mezin a demokratîk de ye. Birêz Ocalan xeta hegemonîk a desthilatdariyê red kir û gelek caran ev yek anî ziman. Ji ber vê xeta xwe niha di tecrîdê de ye. Di vê mijarê de qet gumaneke me nîne. Birêz Ocalan, xwedî xeteke birêgez e. Ev yek, yek jê girîngtirîn taybetiyên wî ye. Tu carî ji van rêgezên xwe tawîzê nade. Kî çi dibêje bila bibêje, ji ewil rêgez û nirxên xwe esas digire. Piştre jî li ser van rêgez û nirxan jî hevdîtin û lihevkirinê dike. Ji lihevkirinê re vekirî ye lê ji rêgezên xwe tawîz nade. Kî çi dike bike ji van rêgez û nirxan tawîz nade.”    JI BO TECRÎDÊ BANG LI MUXALEFETÊ KIR   Dogan Erbaş bi lêv kir ku divê derdorên xwe weke demokrat pênase dikin di mijara tecrîdê de biwêrektir tevbigerin û ev nirxandin kir: “Heke muxalefet li Tirkiyeyê xwedî bernameyeke ku demokrasî û azadiyan û makeqanûneke demokratîk diparêze be, divê pirsgirêka kurd û rewşa birêz Ocalan binirxîne. Divê mijara ku desthilatdarî manîpûlasyonan li ser dike, ji destê wê were derxistin. Rêya vê jî ew nîne ku hûn pirsgirêka tecrîdê jinedîtî ve bên. Divê vê pirsgirêkê bêhtir bînin rojevê, ji bo rakirina wê bang bikin û bikevin nava hewldanan. Divê ji hêla hiqûqî ve jî muxalefet vê yekê bibîne; Tirkiye divê li gorî peymanên ku îmze kirine tecrîdê rake, rê bide hevdîtinan û Ocalan azad bibe. Yên ku di mijara tecrîd û pirsgirêka kurd de ne xwedî helwestên cidî, nikare bibe hêviya gelê kurd. Divê muxalefet di mijara tecrîdê de bi berpirsyariya xwe reabe û bihestiyar  tevbigere. Kî dibe bila bibe yên ku qala Tirkiyeyeke demokratîk, hemwelatiya wekhev û çareseriyeke makezagonî dikin lê belê di mijara tecrîdê de xwe bêdeng dikin, mirov gumanê ji demokratbûna wan dike.”   ‘DIVE OCALAN BIKEVE DEWRÊ’   Herî dawî jî Erbaş ev tişt anî ziman: “Yên ku dibêjin hevdîtina bi Ocalan re dê di şertên heyî de bi kêrî desthilatdariyê bê, ew kesên ku qet bi rastiya birêz Ocalan nizanin. Fikriyata HDP û HDK’ê ya birêz Ocalan e, di vê mijarê de pêşniyar û proje pêşkeş kirin, aliyê felsefî û civakî ve raxist pêş çavan û demokratîkbûna Tirkiyeyê weke stratejî dibîne. Ji kesekî wiha ne pêkane ku hewldaneke li dijî pêşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê çêbibe. Divê hemû hêz û derdorên li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê baş bizanin ku heke birêz Ocalan bikeve dewrê dê ev ne ji bo desthilatdariyê lê ji bo gelan encamên baş bi xwe re bîne. Partiyên muxalîf hesasiyatên partiyên ku ji sedî 1 deng digirin, esas digirin. Lê hesasiyeta Ocalan a ji sedî 90’î hilbijêrên HDP’ê jinedîtî ve tên. Divê pirsgirêka kurd çareser bibe. Girseyê HDP’ê jî ji bo çareseriyê Ocalan esas digire. Di pêşxistina têkoşîna demokrasî û azadiyan de rola Ocalan girîng e. Çavê gelê kurd jî li Îmraliyê ye. Divê di zûtirin demê de bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”   MA / Bêrîvan Altan