Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî 2022-06-26 14:18:38   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku ciwanekî li gundê Zenglok ê Hezexê xwe kuştiye.    Ciwanê bi navê Fetullah Akçan (24) li gundê Zenglok ê Hezex a Şirnexê hewl da xwe bikuje. Piştî ku malbatê hay ji rewşê bûyî, bang li xebatkarên tenduristiyê kir û komên tenduristiyê yên lezgîn ên 112’ê hatin gund. Lê tevî hemû hewldanan jî Akçan jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Akçay ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.