Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin 2022-06-26 15:53:06   NAVENDA NÛÇETAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku DAIŞ’iyeke ku bersûcê komkujî û îdaman, di encama operasyona hêzên wan a li Taxa Ezîziye ya Hesekê de hatiye girtin.    Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona li taxa Ezîziye ya Hesekeyê daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), HSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Hêzên me yên taybet, di operasyoneke li Hesekê de serçeteyekî rêxistina terorê yê DAIŞ’ê girt. Ev operasyon li dijî avabûnên hucreyên çalak û veşartî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.”   HSD’ê destnîşan kir ku DAIŞ’î motorên bombebarkirî û mayînbarkirî dişîne herêmên Heseke û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Kesê ku hatiye girtin, DAIŞ’iyan dibe û tîne. Her wiha malbatên DAIŞ’iyan ji Kampa Holê direvîne. Di heman demê de rayedarekî payebilind ê DAIŞ’ê ye ku tiliya wî di nava biryarên îdam û komkujiyan de heye.”