Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin 2022-06-26 17:00:32   STENBOL - Polîsan beriya Meşa Rûmetê ya ku dê li Siralievler a Stenbolê bê lidarxistin, li gelek deveran ketin û derketina kolanan girtin. Di êrişa polîsan de nûçegihanê AFP’ê Bulent Kilinç jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.   Beriya “20’emîn Meşa Rûmetê ya LGBTÎQA+’yan a Stenbolê” ku dê li Siralievler a Stenbolê bihata lidarxistin, polîsan di serî de Cehdeya Taksîmê ketin û derketina gelek kolan û cehdeyên Beyogluyê bi bariyeran girtin.    Di vê navberê de polîsan gelek kesên bi komî li kafeyan rûdiniştin jî bi hinceta ku dê beşdarî meşê bibin binçav kirin. Dema ku endamên Jin Bi Hev re Bihêz in ji kafeyeke li Viraziyê Akarsuyê derdiketin, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û gelek kes hatin binçavkirin. Jinan ji polîsan re got; “Meş tune ye, dirûşm tune ne. Hûn ji bo çi binçav dikin”  û bertek nîşan dan.    Viraziyê Akarsuyê û Kolana Şîmşîrê hatin dorpêçkirin. Li Cîhangîrê jî gelek kesên li kafeyan rûdiniştin û yên ji bo meşê hatibûn hatin binçavkirin.    ROJNAMEGER KILINÇ HAT BINÇAVKIRIN   Di heman demê rojnamegerên ku li kolanan nûçe dişopandin jî rastî êrişa polîsan hatin û hatin binçavkirin. Polîsan hewl dan rojnamegeran bi darê zorê ji qadê dûr bixin. Di dema detwerdana polîsan de nûçegihanê Agence France-Presse (AFP) Bulent Kiliç jî hate derbkirin û binçavkirin.    Tevî êrişên polîsan jî meşa girseyê ya li kolanan berdewam dike.