Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn 2022-06-26 18:07:29   NAVENDA NÛÇEYAN - AKP’ya ku li Herêma Kurdistana Federe êrişên xwe berdewam dike, vê carê jî bi hevkariya PDK’ê li derdora gundê Hirorê yê li herêma Berwarî ji bo baregeha leşkerî dest bi birîna daran kir.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe, bi birîna daran berdewam dikin. Birîna daran a li Şirnexê û çoltara wê tê kirin, bi hevkariya PDK’ê li herêma Berwariyê berdewam dike. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Tirkiye nêzî gundê Hirorê dest bi avakirina baregeha leşkerî kir. Hate diyarkirin ku li pêş çavên yekeyên muhafizê sînor ên girêdayî PDK’ê ji bo rêya diçe baregeha leşkerî li herêmê dar tên birîn.    Di nûçeyê de hate diyarkirin ku bi alîkariya Fermandarê Lîwaya 1’êmîn a Yekeyên Muhafaza yê Sînor Dilêr Ferzende Zêbarî yê PDK’yî ji bo baregeha leşkerî ya tê avakirin li herêmê bi hezaran darên hatine birîn, birine Şirnexê.