Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome 2022-06-26 20:30:41   AMED/WAN - Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ku di çarçoveya “Roja Piştevaniyê ya bi Kesên Îşkence Dibînin re” li Amed û Wanê daxuyanî dan, bal kişandin ku tevî qedexeya îşkenceyê jî îzolasyona li Grava Îmraliyê didome.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Baroya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê di çarçoveya “Roja Piştevaniyê ya bi Kesên Îşkence Dibînin re” li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê yên navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Mûrat Aba axivî.    Aba, destnîşan kir ku Tirkiyeyê "Peymana li Dijî Îşkenceyê" di sala 1988'an de qebûl kiriye û wiha got: “Sererastkirinên qanûnî yên têkildarî vê de îşkence hatiye qedexekirin. Lê di welatê me de mûameleya xerab ne tenê serdema darbeyê de hema bêje di her serdemê de berdewam kir û vegeriya pratîkeke sîstematîk.”   ÎZOLASYONA LI ÎMRALIYÊ   Aba ku îşkence û mûameleya xerab ên di nava salê de rêz kirin wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê girtîgeh her tim bûne cihên ku îşkence û mûameleya xerab lê tên sepandin. Bi taybetî jî piştî sala 2015'an şer dest pê kir ve îşkenceya û mûameleya xerab a li dijî girtiyan zêde bûn. Li aliyê din binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan hatine asteke ku nayên dîtin. Dîsa weke ku di Komîteya Pêşî Lêgirtina Mûameleya Li Dijî Mirovahiyê û Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe de jî cih dayê, îzolasyona li Girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn hêj jî didome.”   ‘DIVÊ BÊCEZATÎ BÊ BIDAWÎKIRIN’    Aba, destnîşan kir ku bi sala ne daxwazên xwe yên pêşî lêgirtina îşkenceyê tînin ziman û daxwazên xwe wiha bi rêz kirin: “Sedemê herî bingehîn ên li welatê me ji ber çanda bêcezatiyê ye. Berî her tiştî divê polîtîkayên bêcezatiyê bên bidawîkirin. Divê demên binçavkirinê bên kêmkirin. Divê Saziya Wekheviyê û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) bê rakirin. Divê îdiayên têkildarî îşkenceyê bi lez, bi bandor û bi awayekî bêalî bên lêkolînkirin. Divê girtîgeh ji kontrolkirina rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê re bên vekirin. Divê hemû raporên CPT'iyê bên aşkerakirin û şîret bên kirin.”     WAN   Li Wanê jî rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Cîhaneke bêîşkence pêkan e” hate dalîqandîn. Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek a dî daxuyanîyê de axîvî, diyar kir ku parazvanên mafên mirovan ên li mafên xwe digerin, jin, karker, parazvanên jiyanê, endam û rêveberê partiyên siyasî, rêveberên rêxistinên pîşeyî rastî tundiya polîs û leşkeran tên.    ‘CÎHANEKE BÊ ÎŞKENCE PÊKAN E’   Çîçek, destnîşan kir ku berpirsyartiya hemû civakê heye ku xwedî li rûmeta xwe mirovahiyê derkeve û pêşî li îşkenceyê bigire û da zanîn ku ji bo Tirkiye û cîhaneke bê îşkence wê têkoşîna xwe bidomînin û piştevaniya kesên îşkence lê tên kirin bikin.