Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan 2022-06-26 23:40:47 COLEMÊRG – Leşkeran li parêzerên OHD’î ku ji bo bi gundiyên di bin çavan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan û bi erdê re kaşkirin. Gundiyên di operasyona li herêma Astenga Reş a li derdora gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên navçeya Gevera Colemêrgê hatiye destpêkirin hatin binçavkirin, birin Fermandariya Cendermeyan a Geverê. Leşkeran li parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ku ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan û bi erdê re kaşkirin. PARÊZER BI ERDÊ RE HATIN KAŞKIRIN Leşkeran li Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Colemêrgê Harîka Gunay Karataş û Firat Îke yên çûne wê derê astengkirin. Leşkeran li parêzeran dan û bi erdê re kaşkirin. Di laşen parêzeran de şopên îşkenceyê çêbûn. ‘ÎŞKENCE LI ME KIRIN’ Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Colemêrgê Harîka Gunay Karataş, bi lêv kir ku ji bo bi 20 kesên piştî operasyona leşkerî bi îşkenceyê hatin binçavkirin re hevdîtinê bikin çûne qereqolê, leşkeran li wê derê li wan daye û wiha got: “Ji aliyê fermandarê ku beriya niha fermana operasyonên îşkenceyê wergirtin ve dema em da bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, hewl dan bi lêdanê wan kesan bibin odeyan, di encama mudaxilekirina me de, mudaxileyî me jî hate kirin.”   Karataş, diyar kir ku li ser fermana fermandarê Qereqola Cendermeyan ê Navçeyê Bayram Konak leşkeran li wan dane û wiha berdewam kir: “Li me dan û bi îşkenceyê em ji qereqolê derxistin. Em bi erdê re kaşkirin û li wesayîta me siwar kirin. Bi şopandina wesayîta leşkerî, tevî tacîz û xeberan em ji fermandariya qereqolê derxistin.”