ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-27 09:00:21   * Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên faîlên Mahsûn Mizrak û Enes Ata de hatiye dayîn bê pejirandin.    * Dayika Medenî Yildirim ku di dema şermezarkirina çêkirina kalekolên li navçeya Licê de bi gule berdana leşkerekî hatibû qetilkirin, Fahriye Yildirim wiha got: “Ceza nadin kesên kurê min qetil kirin, ceza didin me û naxwazin em biaxivin.”   * Nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal nûçeyên amade dike bi armanca piştevaniyê bi îmzeya rojnamevanên hatin girtin diweşîne, diyar kir ku li dijî girtinan bertek kêm in.    * Pirtûka helbestan a Bager Sayak ê di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Sîncanê de têkoşîna xwe didomîne ya bi navê “Manîfestoya banga berxwedanê” derket.    * Ma Music Center bi armanca salvegera yekemîn a damezrandina Zarok Ma’yê dê di 6 û 7'ê tîrmehê de konseran li dar bixe. Koma Ma Muzîkê û Orkestraya Mala Muzîkê ya Silêmaniyê dê stranên xwe bêjin û ji niha ve bilêtên konserê qediyan e.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 476'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza têkildarî kuştina Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ku tetikkêşê Hîzbullahê Cîhan Yildiz ku cezayê muebedê lê hatibû birîn û bi biryara ji nû ve darizandinê hatibû berdan dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-16.00)   * Danişîna 14'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoveya kongreya partiya xwe ya 5'emîn de dê serdana DÎSK'ê bike. (12.00)    * Bi wesîleya Roja Piştevaniya Kesên Hatine Îşkencekirin re dê li hin bajaran daxuyanî bên dayîn. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî Kongreya Mezin a 5'emîn a navenda partiya xwe dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)