Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in 2022-06-27 09:05:39 STENBOL - Nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal nûçeyên amade dike bi armanca piştevaniyê bi îmzeya rojnamevanên hatin girtin diweşîne, diyar kir ku li dijî girtinan bertek kêm in.  Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rê ve dibir de polîsan di 8’ê Hezîranê de bi serdegirtina malan de 20 jê rojnamevan 22 kes binçavkirin. Rojnamevanên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê piştî 8 rojan di bin çavan de man di 16’ê Hezîranê de sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.    Gelek rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên qada netewî û navnetewî de xebatan dimeşînin bertek nîşanî girtina rojnamevanan da. Bi sedan rojnamevanên bertek nîşanî girtina rojnamevanan didin jî ji bo piştevaniya hempîşeyên xwe hem îmzeya rojnamevanên hatine girtin diavêjin bin nûçeyên xwe hem jî bi daxuyaniyên didin daxwaza xwe ya berdana rojnamevanan didomînin. Rojnameya Mucadele Bîrlîgî ku di piştevaniyê de cudatir tevgeriya nûçeyên xwe yên servîs dikin bi îmzeya rojnamevanên hatine girtin diweşînin. Rojnameya ewilî li ser navê Midura JINNEWS’ê Safiye Alagaş nûçe weşand, bi armanca parastina mafê agahdarkirinê yê civakê wê bi îmzeya rojnamevanên din ên girtî weşandina nûçeyên xwe bidomîne.    Nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal, têkildarî girtinan û piştevaniya rojnamevanan axivî.    ROJNAMEVANÎ DI HEDEFÊ DE YE   Unal, diyar kir ku roja dest bi rojnamevantiyê kir heta neiha her tim li cem kedkarên çapemeniyê ye, anî ziman ku bi binçavkirin û girtinan hewl didin zextê li rojnamevantiyê bikin û wiha got: “Bêdengkirina rojnamevanan bêdengkirina civakê ye. Niha li welat têkçûyîneke aborî û polîtîk heye. Li dijî vê berxwedanek jî heye. Çi berxwedana karkeran be çi daketina gel a kolanan be, bertekeke herkesê heye. Em van bertekan ji kê hîn dibin ji rojnamevanan.”   BIRÎNA DENGÊ GELÊ KURD    Unal, bi lêv kir ku pirsgirêkên li welat dijîn ji aliyê rojnamevanan ve tê ragihandin û wiha berdewam kir: “Bi awayekî xwezayî hewl didin ewilî rojnamevanan bêdeng bikin. Ligel vê li dijî gelê kurd polîtîkayeke şer a cidî heye. Ji ber vê yekê rêya kurt a birînda dengê gelê kurd, di birîna dengê rojnamevanên kurd de derbas dibe. Dê vê yekê çawa bike? Bi binçavkirinê, girtinê, dest danîna ser amûr û malzemeyan dê bike. Ji xwe van her tim dikin. Dîsa me heman tişt jiyan. Desthilat bi girtina rojnamevanan ji aliyekê êrişî mafê agahdarkirinê yê civakê jî diek. Heke hûn bi girtina rojname, malperên înternetê, malperên medyaya dîjîtal hin astengiyan bînin, hûn di heman demê de mafê agahdarkirina gel jî xesp dikin.”   QANÛNEKE LI CIVAKÊ BELAV BÛYE   Unal, bal kişand ku girtina rojnamevanan destpêka zexteke ku li ser civakê bê meşandine jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat bi qanûnan ser rastiyan vedişêre û belavkirina wan asteng dike. Qanûneke bi ser rojnamevanan diçe lê civakê jî eleqedar dike û li civakê jî belav bibe çêdike. Kesê ku îro nûçe girtina rojnamevanan asteng bike, wê sibê bertekên bên nîşandan jî asteng bike. Wê kes nemîne ku dengê kesê bertekê nîşan bide ragihîne.”   NÛÇEYÊN BI ÎMZEYÊN ROJNAMEVANAN   Unal, da zanîn ku piştî girtina 16 rojnamevanan ji bo piştevaniyê çûn serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û wiha pê de çû: “Me li ser em dikarin ji bo hevalên xwe yên rojnamevan çi bikin? niqaş kirin. Em dikarin vê çawa bikin? Dikarin têkildarî wan nûçeyan çêbikin. Lê ya herî girîng ew bû ku em nîşan bidin ku ew hêj nûçeyan çêdikin. Û nîşan bidin ku ev girtin nabin asteng. Min jî ji ber vê yekê biryar da ku li ser navê yekê ji wan nûçeyekê çêbikim. Ewilî weke jinek me got bila jineke ji JINNEWS’ê be. Min jî li ser nave Safiye Alagaş nûçeyek çêkir. Ji îro û şunde qasî ku ji destê min were ez ê her roj li ser navê hevalêke/î xwe yê rojnamevan nûçeyekê biweşînim. Heta ku werin berdan.”    ‘JI BO BERTEKÊ DERENG MAN’   Unal, rexne kir ku têkildarî girtina rojnamevanan bertek kêm in û wiha domand: “Me got em 3 kes an 5 kes derkevin bêjin ‘hevalên me berdin’. Ew jî bes e. Divê mirov bileztir tevbigere. Divê me li ser navê hevalên xwe nûçe çêkiribûna, ew vegotibûna, heke me xwe gihandibûna dosyayên wan ew kiribûna nûçe. Divê me ev tiştên wisa bileztir û zêdetir kiribûna. Em hinek dereng man.”   JI ROJNAMEVANÊN KURD DEST PÊ DIKIN    Unal, bi lêv kir ku zextên bi rojnamevanên kurd dest pê kirin belavî beşeke berfireh bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi heman awayî di êrişên li dijî gelan de jî ewilî li Kurdistanê dest pê dikin, pişt re ber bi Tirkiyeyê ve tên. Mînaka vê ya herî şênber qeyûm tayînî şaredariyan kirin, deng ji vî aliyî derneket. Li ser xistina parlamenteran êrişek çêbû. Li Kurdistanê çalakiyên gelek baş çêbûn lê li vir weke temsîlî man. Niha jî wisa bû. Piştî ku hevalên me hatin girtin em bi “Qanûna Dezenformasyonê” re rûbirû man. Bertek têre nakin, divê em vê hinek din mezin bikin.”