Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin 2022-06-27 09:42:40   COLEMÊRG - Gelek wesayîtên zirxî û makîneyên kar sewqî herêma Astenga Reş a Geverê ku şerê dijwar lê diqewime hatin kirin. Ketin û derketina gundên li herêmê hatin qedexekirin.    Li gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve ku dikevin herêma Astenga Reş, operasyona leşkeri berdewam dike. Hat ragihandin ku sewqiyatek giran a leşkerî ji bo herêmê hatiye kirin û şerê dijwar diqweime.   MAKÎNEYÊN KAR SEWQÎ HERÊMÊ HATIN KIRIN    Leşkerên ku îro daxilî operasyonê hatin kirin, ji gundiyan re ragihandin ku dê sê rojan ketin û derketina gundan qedexe be. Vê serê sibehê jî gelek wesayîtên zirxî û maşîneyên kar sewqî herêmê hatin kirin.    DÎSA WELATIYAN BIRIN HERÊMA OPERASYONÊ    Ji 13 kesên duh di operasyonê de hatibûn binçavkirin 11 ji wan duh bi şev piştî îfadeyên dan Fermandariya Leşkeriyê ya Geverê hatin berdan. Demhat û Behçet Enguder ên birayên hev hê jî li Fermandariya Leşkeriya Navçeyê tên ragirtin. Hat ragihandin ku leşkeran, 11 welatiyên duh bi şev hatin berdan û hin welatiyên din vê sibehê dîsa birine herêma operasyonê.      PEZÊ GUNDIYAN WINDA YE    Hat ragihandin ku ji ber şivanên gundiyan hatine binçavkirin, 5 hezar pez winda bûye. Gundî hewl didin ku li pezê xwe bigerin lê leşker destûrê nadin.