1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand 2022-06-27 11:08:39 ENQERE - Li Tirkiyeyê her çend ku desthilatdarî, şexs û rêveberî her tim guherî bin jî, polîtîkaya “serî bi kurdan bide tewandin” tu carî neguherî. Lê kurdan ne serî li ber wan tewand û ne jî dev ji têkoşîna xwe berdan.  Li Tirkiyeyê her çend ku dîrok, cih, şexs û desthilatdarî guherîbin jî lê nêzikatiya li dijî kurdan tu carî neguherî. Di encama serdegirtina malan ên îro yên li Edeneyê de polîsan hewl dan serê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Edeneyê Mehmet Karakiş bitewînin. Sepana ku di Darbeya 2’yê Adara 1994’an de li Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan hatiye kirin ku di dîroka Tirkiyeyê de weke yek ji kêliyên herî kirêt cih girt û di 4’ê mijdara 2016’an de li parlamenterê HDP’ê û endamê Şandeya Îmraliyê Idrîs Balûken hatiye kirin, dîsa anîn bîra her kesekî.      Piştî ku parêzbendiya parlamenterên DEP’î di 2’yê adara sala 1994’an de hatiye rakirin, parlamenter Orhan Dogan û Hatîp Dîcle biryar dan ku ji Meclisê dernekevin. Li ser vê yekê polîs ketin Meclisê û Dogan û Dîcle binçav kirin. Polîsan hewl dan serî bi Dogan bidin tewandin û berxwedana wî ya li dijî vê hewldanê hêj jî di bîra her kesî de ye.      Bi ser re 24 sal derbas bûbûn ku heman dîmen di dema rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDP’ê de hate dubarekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Idrîs Balûken di 4’ê mijdara sala 2016’an de li pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê hate binçavkirin û polîsan hewl dan ku serê wî bitewînin. Li ser vê yekê jî Balûken got; “Tu dê hesaba vê bidî. Em nûnerên bi sedehezaran in” û nehişt ku serê wî were tewandin. Balûken, bi awayekî serbilind li wesayîta polîsan siwar bû.      Heman dîmen îcar di 4’ê mijdara 2021’an de li wanê rû da. Di dema salvegera Darbeya 4’ê Mijdarê de ji Rêveberên HDP’a Wanê Edîbe Babûr hate binçavkirin. Li ser vê yekê jî Babûr ji polîsan re got; “Hûn nikarin serî bi kurdan bidin tewandin” û polîsan hewl dan serî lê bitewînin. Babûr, destûr neda û bi serbilindî li wesayîta binçavkirinê siwar bû.      Îro jî Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş rastî heman nêzikatiyê hat. Destên Karakiş hatibûn kelemçekirin û polîsan bi darê zextê hewl dan serê wî bitewînin. Lê belê Karakiş destûr neda û bi gotina “Kurd li hemberî we serî natewînin” li ber xwe da. Lê belê xuyaye ku tu desthilatdariyan bo xwe ders ji vê berxwedanê negirtine.