Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet 2022-06-27 11:59:23   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne destnîşan kir ku ji ber zemên dawî ew neçar mane ku bi dolmîşê werin Nobeda Edaletê bigirin û got: “Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet."    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li pêşiya Edliyeya Rihayê ya ji 9'ê Adara 2021’an daye destpêkirin di roja 476’emîn de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya Pirsûsê, nobedê digire. Ferît Şenyaşar jî ji mala xwe ya li Pirsûsê ket rê û hat pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Kuncê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobedê kir. Şenyaşar derbarê dozê de agahiyan dide kesên ku diçin edliyê û derdikevin.    MALBATÊ BAL KIŞAND SER BIHAKIRINA SOTEMNIYÊ    Malbatê li ser hesaba xwe ya Twitterê hesabê Waliyê Rihayê Salîh Ayhan û Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Bi 100 lîre sotemeniyê  em di 9’ê Adarê de 3 caran diçûn cihê xwe yê nobedê û vedigeriyan. Îro bi 100 lîreyan em nikarin biçin cihê nobedê. Me jî dolmîşê wek çare ji xwe re dît. Her tişt ji bo jiyanekî bi edalet. Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet.”