Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket 2022-06-27 14:10:09   STENBOL - Rojnamevan Sedat Yilmaz têkildarî SÎHA’yên koma Bayraktar a zavayê Erdogan, Selçûk Bayraktar li ser disekine nûçe çêkiribû û Yenî Yaşamê jî nûçe weşandibû. Dadgehê doza tazmînatê ya derbarê Yilmaz û rojnameya Yenî Yaşamê de hatibû vekirin, red kir.    Rojnamevan Sedat Yilmaz têkildarî Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) yên ji aliyê Bayraktar Teknolojî ve tên hilberandin û zavayê Serokkomarê AKP’î Erdogan, Selçûk Bayraktar li ser disekine nûçe çêkiribû û rojnameya Yenî Yaşamê jî nûçe weşandibû. Derbarê Yilmaz û rojnameya yenî yaşamê de bi îdiaya “êrişa li dijî mafên kesayetî” bihayê 150 hezar lîreyan doza tazmînatê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 14’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Bakirkoyê hate dîtin. Danişîna ku Yilmaz tev li nebûyî de parêzerê wî Sercan Korkmaz û parêzerê Bayraktar amade bûn. Parêzerê Bayraktar di danişînê de beyanên xwe yên ku doz were qebûlkirin dubare kirin.  Parêzerê Yilmaz, Korkmaz jî destnîşan kir ku nûçe bi awayekî rexneyî hatiye nivîsîn û xwest ku doz bê redkirin.    Dadgeha ku biryara xwe da beyanên Korkmaz li ber çav girtin û doz red kir.