Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin 2022-06-27 15:01:23   COLEMÊRG - Baroya Colemêrgê xwest ku leşkerên li Geverê tundiyê li parêzeran kirine ji wezîfeyê werin girtin.    Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) xwestin gundiyên di encama operasyona leşkeri de li gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ên Navçeya Gevera Colemêrgê hatine binçavkirin bibînin. Lê leşkeran li fermandariyê li parêzeran dan û bi erdê re wan kaşkirin. Baroya Colemêrgê têkildarî tundiya leşkeran li pêşiya Edliyeya Geverê daxuyanî da. Gelek endamên rêxistinên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.    BI ERDÊ RE KAŞKIRIN   Serokê Baroyê Ergun Canan bal kişan ser êrişên ku bi zêdebûnî berdewam dikin û anî ziman ku doh şev leşkeran li hevpîşeyên wan Harîka Guney Karataş û Firat Îke dane. Canan destnîşan kir ku leşkeran li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê, bi fermana leşkerê payebilind ê bi navê B.K. ew li parêzeran dane û wan bi erdê re kaşkirin e wiha got: “Tundiya ku li hevkarên me hatiye kirin vegûheriye muameleyekî rûmetşikandinê.”   Canan tundiya leşkeran şermezar kir û wiha axivî: “Parastina mafê parêzeriyê teminata mafê darizandina adil û azadiya mafê lêgerînê ye. Baro jî rêxistina pîşeyî ya parêzeran e; teminata mafên mirovan û dewleta hiqûqê ye. Ji ber vê yekê ger ku meqama parastinê an ku parêzeran azad û bibandor nebin dê azadiya tu kesî di bin temînatê de nebe."   ‘JI WEZÎFEYÊ BIGIRIN’   Canan da zanîn ku ew ê li dijî astengî û tundiyê tekoşînê bidomînin û xaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Divê demildest leşkerên di bûyerê de cih girtine ji wezîfeyê bên girtin û derbarê wan de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin."