Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin 2022-06-27 15:04:42   ENQERE - Şandeya dadgehê di Doza Kobanê de biryar da ku bêyî agahî bidin siyasetmedar û parêzerên wan li şahidan bê guhdarîkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel jî bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Li vir hiqûq tune ye. Hûn şandeyeke wisa nînin ku bikarin nûnertiya pergala hiqûqeke demokratîk bikin.”    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de li gel parlamenterên HDP’ê, her wiha gelek parêzer û kes amade bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin berdewam kir. Serokê dadgehê biryar da ku şahid Cem Tekel bi rêya SEGBÎS’ê bê guhdarîkirin. Di vê navberê de parêzer Kenan Maçoglu diyar kir ku derheqê guhdarîkirina şahid Tekel de tu agahî ji wan re nehatiye şandin û îtîraz kir. Serokê dadgehê da zanîn ku wan “ji bîr kiriye” ku îfadeyê şahid di nava biryara navberê ya berê de bi cih bikin û bi hinceta “sererastkirinên qanûnî” jî îtîraz red kir.    TUNCEL: LI VÊ DERÊ HIQÛQ TUNE YE   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel di danişînê de axivî û got ku heta rapirsîn neqede, serokê dadgehê nikare dest bi guhdarîkirina şahidan bike. Bi domdarî jî Tuncel ev tişt anî ziman: “Baş e lê çi eleqeya îfadeyên şahidan ên beriya sala 2014’an di vê dosyayê de heye? Dev ji darizandina adilane berde, mirov weke însanî jî nikare tiştekî wiha qebûl bike. Ji kesek me re negotin ku dê şahid bên guhdarîkirin. Piştre jî dê rabin û bibêjin ‘Em li vê derê bi awayekî serbixwe didarizînin.’ Ev, tenê çîrok e. Ji bo ku zextê li HDP’ê bikin, hûn tenê ji hêla desthilatdariya siyasî ve hatine peywirdarkirin û ewqas. Li vê derê hiqûq tune ye. Hûn ne şandeyeke wisa ne ku bikarin nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin.”    Bi domdarî Tuncel biryara “bisînorkirina parastinê ya ji bo rojekê” bi bîr xist û wiha domand: “Hûn hem mafê min ê parastinê asteng dikin û hem jî bêyî ku agahiyê bidin şahidan tînin. Bi la ev sepanên ne li rê bên qeydkirin. Dibe ku di demên pêş de di dersan de bên dayîn.”    Piştre jî endamê MYK’a HDP’ê yê berê Nazmî Guler axivî û xwest ku ji biryara guhdarîkirina Tekel vegerin.    'DADGEH BELGEYAN JI ME VEDIŞÊRE’   Parêzer Kenan Maçoglu da zanîn ku divê roja guhdarîkirina şahidan bi hemû aliyan re were ragihandin û wiha pê de çû: “Me tu belgeyeke ku dê şahid bê guhdarîkirin nedît. Dadgeha we ji me belgeyan vedişêre. Amadekirina şahidan bêusûlî ye.”    Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan jî destnîşan kir ku şahid bi awayekî derhiqûqî tê guhdarîkirin û wiha pê de çû: “Dozger Ahmet Altun îdianameyeke weke ‘heqîbê etar’ amade kir û piştre jî bû wekîlê serdozgerê Enqereyê. Hûn jî vê didomînin. Ez vî şahidî nas nakim û li dijî rêbaza rêvebirina dozê me. We şahidên di dosyayên berê de anîn û li ser me tevekan îfade jê girtin. Ev rêbaz, niyeta we aşkera dike.”    KIŞANAK: DIXWAZIN BO SIYASETÊ AMÛRAN ÇÊBIKIN   Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin li ser SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û wiha got: “Dixwazin dosyayê tevlihev bikin. Ev, hewldaneke taybet e. Ji bo astengkirina mafê me yê parastinê û ji bo ku bikarin biryarên derhiqûqî bidin, çi tiştê derheqê dosyayê yan jî ne têkildarî xistine nava dosyayê. Dosyaya şahidê behsê xeberê di sala 2012’an de hatiye vekirin û li gel ku bi ser re 10 sal derbas bûne jî ji min tenê îfadeyek an jî parastin nehatiye xwestin. Baş e lê hûn çima kesekê ji wê dosyayê tînin vê derê û bêyî ku parastina min guhdarî bikin hewl didin ji wî agahiyan bigirin? Xuyaye ku derdê te ne darizandineke adilane ye. Tekane derdê we ew e ku bû siyasetê amûran çêbikin. Guhdarîkirina vî şahidî, binpêkirina qanûnan e. Ev doza kompasê ya qesrê ye.”    Piştre jî serokê dadgehê biryara navberê ava kir û îtîrazên ji bo guhdarîkirina şahid Tekel red kir. Serokê dadgehê ji bo ku îfadeyê nivîskî yê Tekel ji hêla siyasetmedaran ve were xwendin, biryar da ku Tekel piştî nîvro were guhdarîkirin.    AKAT: TIŞTÊN KU WÊ DEMÊ NESÛC NIHA BÛNE SÛC    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî da zanîn ku di Komîsyona Makeqanûn û Mafên Mirovan a KCD’ê de dixebitî û ev tişt anî ziman: “We îfadeya Menderes Oner kir hinceta girtina min. Oner çi gotiye? Gotiye ‘Di KCD’ê de xebitî ye.’ KCD, di sala 2021’an de hate krîmînalîzekirin. Rêya çareseriya demokratîk, hebûna van saziyan e. Lê belê tiştên ku wê demê nesûc, niha bûne sûc. Dadgeha Bilind dibêje ‘KCD îllegal e.’ Dadgeha Makeqanûnê jî dibêje ‘îllegal nîne.’ Hûn niha kesekî ji rêzê nadarizînin, hûn siyasetmedarên ku li pey kirinên xwe disekinin didarizînin. Hûn hakem in. Heke îdiayek li holê hebe, bila bê îspatkirin. Ez dibêjim ku kesek nikare xebatên KCD’ê îllegalîze bike. Em saziya jinê ava dikin. Lê hûn bi îdiaya avakirina rêxistinê sûcdar dikin. Hûn nikarin vê pêvajoyê bi twîtekê bigirin dest. Tiştek di destê dozger Ahmet Altun de tune bû. Lewma sê şahidên nepen anîn. Hewl dan wisa nîşan bide ku di dosyayê darizandinek heye. Helwesta dadgeha we, rêgazên hiqûqê binpê dike. Biryarên navberê yên ku we derheqê min de ava kirin, vê rastiyê radixe ber çavan.”    Şandeya dadgehê navber da danişînê.