Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn 2022-06-27 15:10:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Kargeha Xazê ya Danayê ku qada xazê ya Kor Morê dixebitîne, têkildarî êrişa dawî daxuyaniyek da û da zanîn ku ji ber êrişan, projeya berfirehkirina qadê dane sekinandin.    Kargeha Xazê ya Danayê (Dana Gas Company) têkildarî êrişa li dijî qada xazê ya Kor Morê daxuyaniyek da. Qada xazê ya Kor Morê ku ji hêla Kargeha Xazê ya Dana ya girêdayî Mînişînên Ereban ên Yekbûyî (BAE) ve tê xebitandin, di 22-26’ê hezîranê de sê caran rastî êrişên moşekan hatin. Qada xazê ya Kor Morê li bajarokê Qadir Kerem ê Çemçemalê ye û xebatên wê hatin sekinandin.    Kargeha Xazê ya Danayê di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber êrişan, me projeya berfirehkirina qada xazê ya Kor Morê da sekinandin. Ne ji hêla madî û ne jî ji hêla manewî ve tu ziyanek negihişt me. Di navbera hikûmetên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de ji bo parastinê koordînasyonek heye.”