Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir 2022-06-27 16:07:00   ENQERE - Bi îdiaya ku “heqaret” li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye, derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan de doz hatibû vekirin. Turkdogan, di dozê de beraet kir.    Derheqê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan de bi îdiaya “heqaret li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 60’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê hate dîtin. Li gelek şandeyên derveyî welat, her wiha gelek rêveber û endamên sendîkayan jî danişîn şopand.   Turkdogan di danişînê de anî ziman ku gotinên wî heqaret nînin û daxuyaniya wî ji sala 2018’an ve li ser malpera ÎHD’ê heye.    Parêzer Kerem Altiparmak jî destnîşan kir ku îdianameya di danişîna ewil de ji delîlên şênber dûr e, ev îdiaye nikarin weke sûc bên destnîşankirin û da zanîn ku dozger nikare mutalaayeke wiha bide dadgehê. Altiparmak, daxwaza beraetê bo miwekîlê xwe kir.    Di danişînê de parêzer Emrah Şeyhanlioglu jî daxuyand ku li holê delîleke şênber tune ye û gotinên hatine kirin jî li gorî rêgezên DMME’yê kevin çarçoveya rexneyê. Her wiha Şeyhanlioglu, got ku ev demeke desthilatdarîÎHD’ê hedef digire û dixwaze wan ceza bike.    DADGER BIRYARA XWE DA   Piştî parastinan jî şandeya dadgehê biryara xwe da û bi sedema ku sûcê heqaretê nehatiye kirin, biryara beraetê da.