Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê 2022-06-27 18:30:41   ENQERE - Di Doza Kobanê de heyeta dadgehê biryar da ku sibê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk tev li danişînê bibe.    Roja ewil a danişîna 14'an a Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin bi dawî bû. Parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek parêzer û kes tevli danişînê bûn. Piştî navberê siyasetmedar ên girtî ji cihê mayî axaftina xwe domandin. Her wiha şahid jî hatin guhdarkirin. Ji şahidên dozê Mûhammed Zengîn diyar kir ku îfadeya ku sê sal berê daye nayê bîra wî, lê dîsa jî wê îfadeya xwe dubare dike.    Şahid Zengîn ji bo siyasetmedaran ewilî got "derheqê wan de pir bi tiştekî nizane", lê paşê îdia kir ku siyasetmedarên navborî endamên rêxistinê ne. Zengîn bêyî ku delîleke berbiçav berpêş bike got: "Gotin, ew kadro ne."    Paşê serokê dadgehê berê kameraya SEGBÎS'ê da Mesût Bagcik û ji Zengîn pirsî: "Tu wî nas dikî?" Zengîn diyar kir ku Bagcik nas nake, lê gava serokê dadgehê ji Zengîn re got te berê derheqê Bagcik de îfade daye, Zengîn got: "Wer xuya ye porê wî weşiyaye. Niha min tê derxist."    Paşê parêzer û siyasetmedar cardin axivîn. Piştî axaftinan dadgehê navberek da. Piştî navberê serokê dadgehê ji bo roja dudoyan (28'ê Hezîranê) ya danişînê biryara xwe eşkere kir.   Dadgehê biryar da ku ji bo sibê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk tev li danişînê bibe, nivîs ji girtîgehê re bê nivîsandin.    Danişîn dê sibê ji cihê mayî bidome.