Girtî Aksû çû şîna dêya xwe 2022-06-27 20:49:02   ÎZMÎR- Girtî Abdulkadîr Aksû ji Girtîgeha Kiriklarê anîn şîna dêya wî Hedlî Aksû ku duh jiyana xwe ji dest dabû. Aksû tenê 45 deqeyan li şîna dêya xwe me.    Girtî Abdulkadîr Aksû ji Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F'yê anîn şîna dêya wî Hedlê Aksû ku duh jiyana xwe ji dest dabû. Cendirmeyan îro Aksû  ji girtîgehê anîn mala wî ya li navçeya Torbaliyê.    Di şînê de eskeran nehişt ferdên malbatê wêne bi Aksû re bigirin û her wiha xwestin carê du kom têkevin hundir.    Aksû yê ku 5 sal in girtiye di şînê de sohbet bi malbata xwe û xizmên xwe re kir. Aksû tenê 45 deqeyan li şînê ma û paşê cardin ew birin girtîgehê.    Destûr nehatibû dayin ku Aksû tevli merasîma definkirina cenaze bibe.