Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye? 2022-06-28 09:07:07   ENQERE - Ayşe Keleş, xwişka kujerê malbata Dedeogûlllari Mehmet Altûn, di telelefonê de ji hevjînê xwe re gotiye, polîsên ku li Meramê ji bo parastinê li ber xaniyê birayê wê Mehmet Altûn hatine peywirdarkirin xanî bi 550 hezar TL'yî stendine.    Dê danişîna 4'an a doza malbat Dedeogûllari ku di 30'yê tîrmeha 2021'ê de heft ferdên wê ji aliyê tetikkêş Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, îro li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê lidarxistin.    Ji ber komkujiyê tenê tetikkêş Mehmet Altûn girtiye û hin ferdên malbata Keleş û Çalikê yên bûne sedema vê komkujiyê jî bi awayekî negirtî tên darizandin.    Axaftinên bi rêya telefonê yên Lutfî Keleş (zavayê Mehmet Altûn) ku di 12'ê gulana 2021'an de êriş biribû ser malbata Dedeogûllari û ji ber vê girtiye, daxilî nava dosyeyê hatine kirin.    Qeydên deng ên daxilî nava dosyeyê hatine kirin bi giştî 8 saet û 5 deqe ne. Di van qeydan de tê fêmkirin ku polîsên ji bo parastinê li ber malê hatine peywirdarkirin nêzî malbata Keleş û Çalik in. Her wiha di van qeydan de kifş e ku agahiyên derbarê karên Çetîn Dedeogûllari, pereyên ku tetikkêş Altûn ji bankeyê kişandine û otêlên lê mane de ji polîsan hatine wergirtin.    Lutfî Keleş, di telefonê de û di hevdîtinan de bi awayekî eşkere êrişa ku biriye ser mala Dedeogûllari qebûl kiriye û derbarê hevjîna Altûn û zarokên wê de hin pirs kirine.      QEYDA DENG: KURD BI AQIL BÛNE YAN NA?   Lutfî Keleş di axaftina xwe ya bi çeka xwe re ya bi rêya telefonê diyar dike ku derbarê wî de biryara domandina girtinê hatiye dayîn.    Keça wî: Tu dizanî çima hat cem we? Te dît gava te ewil telefon kir û got, 'bi aqil bûne yan na?' Alî jî dibêje, 'bi aqil bûne.' Parêzerê wan ew dîtiye û li ser medyayê belav kiriye, rojnameyan jî ew belav kir. Dengê te jî diyar e. Dibêjin, ma ev ne nijadperestî be îjar çi ye?   Lutfî Keleş: Xem nake, wê tiştek jê derneyê.    QELEBALIXIYA DI DEMA ÊRIŞÊ DE QEBÛL DIKE   Lutfî Keleş, di hevdîtineke din a bi keça xwe re ya bi rêya telefonê, îfadeyên şahidan ên derbarê êrişa 12'ê gulanê de hîn dibe.    Keça wî: … Paşê jî tiştekî wekî êrişeke 50-60 kesî derketibû. Kekê Osman ew gotiye. Di îfadeya xwe de gotiye, '20-30' kes hebûn.'   Lutfî Keleş: Ew jî tê de bû. Ew milet bi dû re hat.    Keça wî: Lê polîsan jî îfade daye. Te dît ekîba polîsan hatibû wir. Wan îfade daye. Gotine ji hêla wan 5, ji hêla me jî 7 kes birîndar bûne. Gotine, '20-30 kes' tune bûne. Zavayê me ji min re got, 'îfadeya vana girîngtir e.'   Lutfî Keleş: Jixwe ew şerekî berê ye. Bila li ser bisekinin, şer bû qewimî çû.    Keça wî: Neqediyaye, li vir di îfadeyê de tim pirsa şer dikin.   Lutfî Keleş: Bila bipirsin, li mehlê şerek bû, çû.    POLÎS JI BO ALTÛN GOTIYE 'NIKARE KREDIYÊ BIKIŞÎNE'   Ayşe Keleş (xwişka Mehmet Altûn) piştî hatiye berdan bi telefonê bi hevjînê xwe Lutfî Keleş re xeber daye. Ayşe Keleş dibêje, qereqolê telefonî wê kiriye û jê pirsîne 'tu parastvan dixwazî yan na?' Dibêje, êdî dê parastvan li ber malê nesekinin, ji bo wê 6 mehan biryara parastinê hatiye dayîn. Di berdewama axaftinê de pirs û bersivên derbarê Mehmet Altûn de hene.    Lutfî Keleş: Te dî min ji te re digot wî (Mehmet Altûn) kredî kişandiye.    Ayşe Keleş: Belê, lê polîs got, 'nikare krediyê bikişîne, xeta sor li ser navê wî ye.' Gotin, 'Te pere daye û çêkiriye', min jî got, 'Min nedaye, tiştek li ser navê wî tune ye. Kredî kişandiye.' Gotin, 'Xeta sor li ser navê wî ye.' Lê niha jî ew dibêje, 'min kişandiye.' Wele kişandiye, xwariye, vexwariye. Hê beriya şerê em kişandiye. Beriye ji akr derkeve kişandiye.    POLÎSAN XANIYÊ ALTÛN STENDIYE   Di hevdîtineke din de ya bi telefonê, Lutfî Keleş ji Ayşe Keleşê dipirse bê ka bavê wê çi kiriye jî wî xaniyê li Meramê yê ew û Mehmet Altûn lê diman. Bersivên Ayşe Keleşê balkêş in.    Lutfî Keleş: Bavê te ew çi kirine?   Ayşe Keleş: Wele bavê min ew xênî firotin. Li Bozkirê (navçeyeke Konyayê) xaniyek nû stendin û çûn.    Lutfî Keleş: Kî xênî stendiye?   Ayşe Keleş: Polîsekî li ber xênî. Hê min ew nedîtiye. Çend roj berê hatin, telefon kirin. Çend eşyayên wan mane, hatin wan bibin. Got em hev du bibînin. Lê min ew nedîtin, çûn. A din a rojê ez çûm cem Zehrayê. Dê li gund li mala dêya xwe çi bike. Xênî firotin, lê qurîşek jî nedan Zehrayê.    Lutfî Keleş: Xênî bi çi qasî firotine?   Ayşe Keleş: Emlakvanekî gotiye 500-750 hezraî dike. Wan jî bi 550 daye û li Bozkirê bi 360'î xêniyek kirîne. Perê mayî nadin Zehrayê. Zehra jî li gund xaniyek bi 160 hezarî heye, dê wî xaniyî bikire. Ger bide ser hev dê bikire.    Ji bo wî pereyê ku Ayşe Keleşê gotiye "ger Zehra berhev bike", Zehra Altûn di hevdîtinê de ji hevjînê xwe Mehmet Altûn re gotiye gelek kesên ku wan nas nake alîkariya wê kirine û dê bi van pereyan xênî bikire.    Lînka derbarê nûçeyê de   POLÎS AGAHIYÊN DERBARÊ MALBATA DEDEOGÛLLARI DE DANE WAN   Lutfî Keleş di hevdîtineke din a keça xwe re li aqûbeta xaniyê mala Dedeogûllari dipirse. Keça wî dibêje, Çetîn Dedeogûllari xênî boyax kiriye, dê bifiroşe lê ji ber ku deynê xênî heya nikare bifiroşe. Keça wî dibêje, polîsan ev tişt jê re gotine. Her keça wî dibêje zarokên wê û polîs "destbirakên" hev in.    Lutfî Keleş: Neviyê min çi dike?   Keça wî: Polîs hizûr nehiştine, ew û wî bûne detsbirak. Polîs her cara ku tên pirsa wî dikin. Gava tên bi xwe re tiştina jê re tînin.    AGAHIYÊN DERBARÊ ALTÛN DE JÎ JI POLÎSAN WERGIRTINE   Alî Keleş jî, kurê Harûn Keleş ê koma whatshappê ava kiribû û pere ji ferdên malbata Keleş û Çalik ên piştî êrişê hatibûn girtin re şandibû, serdana apê xwe Lutfî Keleş kiriye.    Alî Keleş: Aliyê din behsa nijadperestiyê filan bêvan dike, mesele bû meseleyek medyatîk, siyasî. Li min jî dipirsin. Tu eleqeya min pê tune ye. Parêzer dibêje dê ceza neyê birîn, lê ji ber zextine siyasî hene hûn ê demekê zehemtiyê bikişînin.    Lutfî Keleş: Dibêjin deynê bankeyê lê ne (ji bo Mehmet Altûn dibêje).    Alî Keleş: Belê deynê MEhmet heye. Her hal nêzî meh û nîvek berê li dor 100 hezar TL'yî pere kişandiye. Min jî ji polîsan bihîst. Nizanim lê dibêjin di demên dawî de nesekiniye. Mehek du meh. Otêl motêl filan bêvan.    Lutfî Keleş: Gotin di meha Remezanê de ew ji kar derxistine, ji ber pandemiyê.    Alî Keleş: Pereyê wî tune bû. Zirar diha her kesî. We yê du sê mehên din jî zehmetî bikişanda û hûn ê derketana. Lê hê jî li ser du dosyeyan dixebitin. Bûyer pir mezin bûye, HDP xwedî lê derketiye."      MA / Zemo Aggoz