97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin 2022-06-28 09:21:47   AMED - 97 sal in cihê gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî nayê zanîn. Kasim Firat, neviyê Şêx Seîd, destnîşan kir ku dewlet gorên kesayetên kurd vedişêre û dîroka mirina wan jî li gor xwe diyar dike û wisa berpêşî civakê kiriye.    Şêx Seîd û 46 hevrêyên xwe yên li dijî polîtîkayên qirkirin û bişaftinê yên piştî ragihandina komarê têkoşiyan, bi îdiaya serî li ber rêvebiriya komarê rakirine Dadgeha Îstiqlalê di 29'ê Hezîrana 1925'an de derbarê wan de biryara darvekirinê da û di heman rojê de li Qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin. Ji wê çaxê heya niha nehatiye eşkerekirin bê ka Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî li ku derê hatine veşartin.    Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û wasiyê Şêx Sedî Kasim Firat ji bo aşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevêryên wî di 15'ê sibatê de serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn. Piştî wezaretê bersiva serlêdana wan nedabû serlêdêr vê carê di 15'ê nîsanê de serî li Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê dabûn. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî di 5'ê hezîrana 2022'yan de biryara xwe eşkere kiribû ku muxatabê doza ji bo vekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne ew e û xwestibû daxwaza serlêdêrên bê redkirin.    ‘LI DIJÎ QIRKIRIN Û TUNEKIRINÊ LI BER XWE DAN'   Kasim Firat, nevî û wasiyê Şêx Seîd di salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî de ji ajansa me re axivî. Firat destnîşan kir ku Şêx Seîd û hevrêyên wî ji bo bîr û baweriyên xwe û têkoşîna neteweyî ya gelê kurd li ber xwe dane.    ‘TEVGERA GEL'   Firat diyar kir ku tevgera gel a Şêx Seîd û hevrêyên wî di dîroka kurd û Kurdistanê de tevgereke biqîmet e û got: "Şêx Seîd û hevrêyên wî nirxên me yên bivênevê ne. Wekî duh em ê îro û sibê jî xwedî li wan derkevin. Tevgera wan meseleya kurdî aniye zimên û eniya xwe li hember zilmê daniye. Lewma tevgereke gel e."    ‘NIRXÊN GELÊ KURD TÊN QIRKIRIN'   Firat destnîşan kir ku taybetmendiyeke pergala kemalîst û faşîzan zilm û îşkence ye û desthilata heyî jî di vê çarçoveyê de dixwaze nirxên gelê kurd tune bike. Firat wiha axivî "Dewlet ji bo ku kurd kesayetên xwe yên girîng di salvegera mirina wan de bibîr neynin nirxên kurdan qir dike. Taybetmendiyeke komarê ku li ser esasên qirkirin, înkarkirin û zilmê hatiye avakirin; tunekirina nirxên dîrokî ye. Dewlet gora Şêx Seîd Efendî û gorên hevrêyên wî vedişêre û desteser dike. Dîroka mirina wan bi xwe jî li gor xwe diyar dike û berpêşî civakê dike. Vê yekê jî bi dek û dolaban die. Lê em xwedî li berxwedana Şêx Seîd û hevrêyên wî derdikevin. Em ê her tim bidin dû rastiyê."    Firat bilêv kir ku ji bo dîtina cenazean daxwazname ji Wezareta Karên Navxweyî re şandine û ji bo vê wiha got: "Wezareta Karên Navxweyî got, muxatab ne ez im. Lê dîsa jî me dest ji vê helwesta xwe ya bibiryardar berneda û me serî li Dadgeha Îdare ya Amedê da. Lê dadgehê wekî aliyê bihusûmet îşaret bi Wezareta Karên Navxweyî kir. Wezaretê biryara wê jî red kir. Daxwaza dadgeha Amedê jî red kir. ew çi qasî red bikin jî em di doza xwe de bibiryar in."    ‘MUXATAB WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ YE'   Firat biryara Wezareta Karên Navxweyî bibîr xist ku gotibû muxatabê doza vekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne ew e. Firat di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Muxatab Wezareta Karên Navxweyî ye. Di têkoşîna me de berdewamî esas e, me îtiraza xwe kir. Dadgeha Îdare ya Enqereyê dozê dişopîne. Ger ew der jî red bike em ê serî li dadgehên îstinafê bidin. Ger di vê bêhiqûqîtiyê de israr bikin jî em dest jê bernadin. Ger bivê em ê daxwazên xwe li dadgehên navneteweyî, di platformên cuda de bînin ziman. Em ê heya dawiyê şopdarê vê bêhiqûqîtî û bêedaletiyê bin. Ev ne meseleya şexsekî ye, ev meseleya nirxeke dîrokî ye. Em dixwazin her kes xwedî li vê meseleyê derkeve."