Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin 2022-06-28 09:44:23   COLEMÊRG - Hevserokên Şaxa OHD’a Colemêrgê Harîka Gunay Karataş û Firat Îke ku bertek nîşanî binçavkirina miwekîlên xwe ya bi awayekî fiîlî dan, ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin. Hevserokan, diyar kirin ku dewlet bi van sepanan dixwaze gelê kurd bêparastin bihêle lê belê ew ê dev ji parastina gel bernedin.    Artêşa tirk di 26’ê hezîranê de li dijî herêma Astenga Reş a li çoltarê gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Di dema operasyonê de 13 gundî hatibûn derbkirin û binçavkirin. Hevserokên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê Harîka Gunay Karataş û Firat Îke ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin, li erdê hatin kaşkirin û bi vî awayî ji qereqolê hatin derxistin.    Ji 13 binçavkiriyan 11 jê şevê din piştî îfadeyên wan ên li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê hatin berdan. Birayên hev Behçet û Bîrhat Engudar jî hêj di bin çavan de ne. Piştî hewldanên endamên Şaxa OHD û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, welatiyên binçavkirî ji bo rapora derbê dîsa rêkirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Her du bira ev 2 roj in di bin çavan de ne û di raporên nexweşxaneyê de diyar bû ku rastî îşkenceyê hatine.    Parêzerên ku li qereqolê hatine derbkirin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.    BINÇAVKIRINA FIÎLÎ   Hevseroka Şaxa OHD’a Colemêrgê Harîka Gunay Karataş anî ziman ku li gel derbkirinê, her wiha li qereqolê rastî çêrên zayendperest hatine û wiha qala wan kêliyan kir: “Piştî binçavkirina gundiyan, ez û Firat Îke çûn qereqolê. Ji me re gotin ku gundî nehatine binçavkirin û tenê bi sîfetê ‘agahî girtinê’ anîne wê derê. Ev yek, binçavkirineke fîlî ye. Em li dijî vê rewşê derketin û li ser vê yekê jî hatin derbkirin. Me bi çavên xwe dît ku li binçavkiriyan dixin û wisa tînin odeya hevdîtinê. Dema me mudaxale kir jî vêcarê li me jî xistin. Em hatin derbkirin û ji wir derxistin. Li nîzamiyeyê jî li me xistin. Bi dest û lingên min girtin, li erdê kaş kirin û li min xistin. Çêrên zayendperest ên giran li me kirin. Nehiştin em ji wesayîtê paya bibin. Em bi darê zorê ji nîzamiyeyê hatin derxistin.”    FERMANDARÊ ‘ÎŞKENCEKAR’    Bi domdarî Karataş anî ziman ku Fermandarê Cendirmeyan ê Geverê weke “îşkencekar” tê naskirin û wiha domand: “Fermandarê bi navê B.K. ku fermana îşkenceyê da, par di meha tebaxê de jî fermana îşkenceya li dijî me û hempîşeyeke me yê din dabû. Di vê pêvajoyê de li gundê Tiloranê jî 7 şivan hatibûn îşkencekirin. Tiştên li erdnîgariya kurdan diqewimin, ji polîtîkaya şer cuda nînin. Li Edeneyê siyasetmedar hatin binçavkirin û 16 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. Ev tevek jî ji vê polîtîkayê cuda nînin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Vê polîtîkayê jî li dijî her kesê di têkoşîna azadî û parastinê de cih digire bi kar tînin. Piştî ku windahiyên wan ên di şer de zêde bûyîn, TSK’ê berê xwe da qadên sivîlan û ev rewş li Wan û Colemêrgê hêj didome.”    ÊRIŞÊN SÎSTEMATÎK    Di berdewamê de Karataş diyar kir ku êrişên li dijî parastinê bi awayekî sîstematîk tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh Hefteya Rûmetê bû û di dema meşê de nêzî 400 kes hatin binçavkirin. Hempîşeyên me li wir jî hatin derbkirin û îşkencekirin. Di esasê xwe de ev ne exlaqê dewletê lê yê çeteyan e. Em rastî sepanên vî exlaqê çeteyan hatin. Parêzer, nûnerên parastinê ne û di têkoşîna azadiyê ya gelan de li cem gel cih digirin. Hewl didin yên ji bo vê têdikoşin bêdeng bikin.”    'PARASTIN SERÎ NATEWÎNE’   Karataş, destnîşan kir ku piştî îşkenceya leşkeran demildest li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rapora derbkirinê wergirtine û wiha pê de çû: “Me giliyê leşkeran kir. Dê pêvajoya piştre bi dozgeran re bidome. Li dijî her binpêkirinan em ê li edliye, kolan û qadan bin. Ji ber ku parastin tu carî bêdeng nema û serî netewand. Di vê têkoşîna birûmet a gelê xwe de em jî bi wan re ne. Em jî lingekî vê têkoşîna birûmet in. Ev 40 sal in ku îşkenceyên wan didomin lê tiştek bi dest nexistin. Ji ber ku li hemberî wan gelekî berxwedêr, xwedî rûmet û têkoşer heye.”    'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’   Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Firat Îke jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Sepanên li dijî gelê kurd, ji berê ve hene. Çawa ku di qada siyasî de dest bi tesfiyeyê kiribin, dixwazin di qada parastinê de jî heman tesfiyeyê bikin. Dixwazin me tesfiye bikin û gelê kurd bêparastin bihêlin. Lê em ê li dijî van sepanan her tim li qadan bin û li ber xwe bidin. Em bên derbkirin û rastî û tundiyê werin jî dê dev ji parastina vî gelî bernedin. Em ê dev ji îşkenceya li fermandariya cendirmeyan û TEM’ê bernedin û biçin îfadeyên welatiyên mafên wan hatine binpêkirin.”