Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin 2022-06-28 11:54:32   AMED - Biryara girtinê ya derbarê Serokwekîla Koma HDP’ê ya Berê Çaglar Demîrel de ji ber “Heqaret li Serokkomar kiriye” hatibû derxistin, hate rakirin.    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan heqaret li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribûn û ew kiribû hedef. Serokwekîla Koma Meclîsê ya HDP’ê ya wê demê Çaglar Demîrel jî bi gotina “Em gotinên wî hemûyan lê vedigerînin” bersiva Erdogan dabû. Ji ber vê gotinê bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz li Demîrel hatibû vekirin. Danişîna doza Demîrel li 5’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeya Amedê hate dîtin. Demîrel a derbarê wê de biryara girtinê hebû, bi parêzerê xwe Serdar Çelebî re tev li danişînê bû û îfade da. Piştî îfadeyê biryara girtinê ya derbarê Demîrel de hate rakirin.    Demîrel, di danişînê de da zanîn ku tevî îdianame teblîxî wê nehatiye kirin jî derbarê wê de biryara girtinê hatiye derxistin û xwest biryara girtinê bê rakirin. Parêzer Serdar Çelebî jî diyar kir ku muwekîla wê ji bo îfadeya xwe bide tev li danişînê bûye û xwest ku biryara girtinê ya derbarê muwekîla wî de hatiye derxistin bê rakirin.    Dadgehê biryar da ku îdianame bi dest teblîxî Demîrel bê kirin, biryara girtinê rakir û danişîn taloqî 20’ê Kanûnê kir.