Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir 2022-06-28 12:04:17   AMED - Dadgeha Îdareyê daxwaza eşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî red kir.    Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û wasiyê Şêx Sedî Kasim Firat ji bo eşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevêryên wî di 15'ê sibatê de serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn. Piştî wezaretê bersiva serlêdana wan nedabû serlêdêr vê carê di 15'ê nîsanê de serî li Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê dabûn. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî di 5'ê hezîrana 2022'yan de biryara xwe eşkere kiribû ku muxatabê doza ji bo vekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne ew e û xwestibû daxwaza serlêdêrên bê redkirin    Dadgeha Îdareya 5’emîn a Enqereyê biryara Wezareta Navxweyî ya biryara redkirina daxwaza serlêdêran ji esasê ve red kir. Lê vê dadgeha îdareyê her çiqas biryara rawestandina birêvebirinê red kiribe jî lê doza ji bo eşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî ku li heman dadgehê hatiye vekirin, wê hevdîtinên li ser esasê dozê berdewam bike.